Bîranîna Komkujiya Şewata Sînema Amûdê 13-11-1960z.

Biradostê Mîtanî
Îro bîranîna(63), ya komkujiya şewata sînema AMÛDÊ ye
Komkujiyek pir xemgînî ye. Bi koman ji zarokên xwendekar ên bajarê Amûdê bûn qurbaniya nefreta rêjîm û rêvebiriya wî çaxî. Di sînemeyek bêguhdan de. Dîwar herî bûn. Ban pûş bû. Cawekî mazotkirî bi boyax bi dîwaran de bû. Filim û motor kevin bûn û gerim dikirin. Avahî weke xanekê bû. (18)m dirêj bû. (6) m fereh bû. Du derî li ber bûn. Yê serek hatibû girtin û yek nependî bû. Vekirî bû. Bîrek li derê wî. Zaroka ku direvî dikete wê bîrê de. Dema agir bi zarokan ket polîsan ji derve deriyêserek nedivekirin û nedihiştin xelk bi wan ve here. Pencerên wê bilind bûn.
Navê filim Cinawerê Nîvê Şevê bû. Ev nav ne li gor temenên wan zarokan bû.
Ji dibistanên: Elxezalî, Mûtenebî û Emarê kurê Yasir û ji derve zarok kom dikirin û hene tehf fudane hindirû de.
Perên ku ji zarokan standin ji şoreşa Cezayir re bûn.
Agir di kuleka cihê film re derket û bi banî û cawê boyaxkirî ket. Bihtir ji (500) zarokî di sînemê de kom kirin (284) zarok pakrewan ketin. Wê di paşerojê de bûbane nojdar, endizyar ,mamoste û zana.
Mêrxas Mihemedê Axê yê ku li çayxanê bû, bi bez bi wan ve çû û yekî gotiyê kurê te ne di nav wan de ye û wî got: Zarokên tê de hemû kurên min in û çû polîs tehf dan û pencerek şikand û (6) caran xwe tavête nav êgir de û her car di bin çingê xwe de du zarok firyad fikiri. Wî (12) zarok firyad kirin. Cara heftê hasinekî ku di bin ban de bû, heliha û bi ser de hate xwar û ew jî pakrewan ket.
Yadê Ferîda jî, mirov pê pir şanaz e ku wê jî (7) zarok firyad kirin.
Heta agirkuj ji Qamişlo hat, êgir cendekên wan zarokên pakîz û bêgunih dabeland û xirabiya wê agirkujê ew bû ku dîwar kire herî û bi ser cendekan de anî xwarê.
Heyf û mixabin bihna goştê biraştî bi ser bajarê Amûdê ket . Lê goştê furiştan bû.
Bi koman girê Şermolayê û wan gundan hêviyên xwe yên paşerojê di bin axê de himbêz kirin.
Pîlan di sukra serokê hewalgirên (Mûxaberat)Sûriyê Evdilhemîd Serac, Rêvebirê Navçeyê Mistefa Şi’ban û yên weke wan de ye.
Ev pîlana qirêj hevalekî Hi-tlir ê navdar bi qirkirina Hol-okostê, danî. Wî ji Elmaniyayê bazda bû Cezayir û ji wir hate Şamê, di bin siha desthilatdariya Cemal Evdilnasir de. Ew ji bo pîlanê ji Şamê hate Cizîrê û bajarê Amûdê ji komkujiyê re bijart.
Henek li ser girekî bûn û digotin: Ka agir bi sînemê neket. Weke ku pê zanibin û li bendê bin
Ji bo rêjîm komkujiyê winda bike, sînema mihû kiriye û gulîstanek tê de, peykerî şoreşa Cezayir daniye.
Jêder:
-Kovara Elhîwar -Hijmarên 30-31-36
-Rojnana Elmenar a Misrî-Hijmara 2045
-Pirtûka Amûdê dişewite, ya bi Erebî. M. Hesen Dirêyî