Gotar

Berdûmankirina jêderên jiyanê di Rojavayê Kurdistanê de (Bakur û Rojhilatê Sûriyê).

Biradostê Mîtanî

Di van rojan de rêjîma dagirkeriya Tirkiyê êrîşên hovane, bi firokên cengî, bi yên bêajokar û dironan û pê re bi topbarankirina bi topan êrîşî binesaziya jiyana miletên sivîl, navendên avê, navendên kehrebê, kargihên xazê, bîrên petrolê, mîra û depoyên genim û zad û nexweşxaneyan li Rojavayê Kurdistanê kir û bi hovane ew  teqandin.

Ev helwesta hovane ji vê rêjîmê pêk hat bêyî ku pêjiyana zarok, dê, bav, nexweş, giyanên qîz û xortên avakerên civak û welêt ber çavên mirovî bigire. Li gor ku vê rêjîmê ev kiryarên dijî mafên mirovan bi ser milet de pêk anîn jî, bi ser de serokê wê yê sîtemkar Receb Teyb Erdogan ban dikire Israyilê û digotiyê dijî pîvanên mafên mirovan, li av û kehrebê li Xezayê ruxandinê pêk neyne. Li gor ku em ji kokê ve dijî wilo ne –  lê Erdogan ji xwe re helal dike û ji xelkê re heram dike. Ev çi dirûtiyek beloq e???!!!

Ev komkujiyên ku dagirkeriya Tirkiyê li Rojava pêk tîne. Bi taybet a bi ser Ekadimiya Perwerdeya li ser tunekirina heyberên ji hişbirinê ya li herêma Koçeran a ji encamên wê bihtir ji (29) pakrewan û (28) birîndar, van komkujiyên berê, yên li ser destên rêjîmên Tirk û Osaniyan tîne bîra mirov: Roboskî 2011,Geliyê Zîlan 1930, Dêrsimê1936, Persûsê 2015, komkujiya Sêfo 1915, û yên dijî birayên me yên Elewî.

Sêwasê1993z û şewitandina 3500 gundên di Bakurê Kurdistanê  de.

Mixabin ew êrîşên kambax ên dijî pîvanên mafên mirovan, bi ser gelên li Rojava de qewmîn, ber çavên raya navdewletî, di serî de ew dewletên ku qaşo herêmê diparêzin Îran, Rosya, Rêjîma Şamê ,Hevbendiya Navdewletî ya bi serokatiya Emerîkayê pêk hatin. Ev dewletên ku bazarên siyasî qirêj li ser gelan dikin, lewra ew man bêdeng.

Heger em  bi dahûrandinek kurt li van êrîşên dawî meyzînin, em ê hişmendiya wê dagirkeriyê û hevalbendên wê, nas bikin û van sedeman jê derxin:

1-Hişmendiya nejadperest a dagirkeriya Tirkiyê dijî mafên netewa Kurd û dijî mafên gelan û demuqrasiyê.

2-Pîlana dijî pêşketina Rêvebiriya Xweser: Ji ber ku herêmên Rêvebiriya Xweser di avedanî, Siyasî, Çandî, geşepêdana Aborî û Civakî de, bihtir ji herêmên Rêjîma Şamê û yên çeteyên Hemahinga Itîlafê pêş dikeve, lewra hewalgirên (Istixbarat)Tirkiyê, Sûriyê, Îranê û Rûsiyê li hev kirin ku pêşketina di herêma Rêvebiriya Xweser de bişkînin.

3-Ji ber ku HSD hêzeke xurt e û hevsengiya wê dijî terorê, bi Hêzên Hevalbendiya Navdewletî re, ya bi serkêşiya Emerîkayê ye ,xwestin ku  Emerîkayê qelis bikin û lewra di serî de xwestin ku HSD qelis bikin.

4-Ji ber ku Rêvebiriya Xweser xwedî helwestek dilsoz e ji girêbenda xwe ya civakî re û xurt e û li ber mercên radestkirinê ji rêjîma Şamê re nayê, lewra xwestin-Bi taybet Rûsiysyê- ku fişarê lê bikin ji bo sernimzayîyê ji rêjîma şamê re bike û li ber mercên wê yên ji hişmendiya wê ya berî 2011z were.

5-Wan rêjîman li hev kirin ku vê pirojeya nûjen a biratiya gelan a li Rojava, ya ku ava bûye û bi ser dikeve, biçilmisînin. Ji bo newê veguhastin bi ser herêm û dewletên wan de.

6-Ev êrîşa dagirkeriya Tirkiyê û hevalbendên wê hat, piştî ku gelaciya wan a di navbera pêkhatên Dêra Zorê de bi ser neket – Nexasim serkeftin a HSD bû weke hercar- lewra ev êrîşên hovane dijî binesaziya gel pêk anîn.

Di bara wan êrîşên hovane, yên dijî aramî û jiyana gelan di Rojava de, ji gelê Kurd û hemû pêkhatan tê xwestin ku bi vînek geştir hevgirtina xwe xwertir bikin û vê azadiya xwe di Rêvebiriya Xweser de biparêzin û wilo hêzên xwe HSD ,YPJ û YPG û hemûyên din xurtir bikin û ji Rêvebiriya Xweser jî tê xwestin ku gilhê dagirkeriya Tirkiyê li her derî, li qadên navdewletî bike, bi taybet li saziyên mafên mirovan, ji bo komîteyên lêpirsînê werin deverên wêrankirî û bi çavên xwe, encamên xirab jê bibînin û wilo ji raghêner ,zagonnas, siyasetmdar, nivîskar û rewşenbîran jî tê xwestin ku naverokan van kiriyarên xirab ên dagirkeriya Tirkiyê binivîsin ,biweşînin, belav bikin û şermezar bikin.

z.26-7-2635 Kurdî 2023-10-16

Back to top button