Îro Partiya Yekîtiya Demokratik PYD civîneke rêxistinî ji endamên meclisa giştî re li bajarê Dirbêsiyê li dar xist, ji bo nîqaşkirina rewşa rêxistinî û geşdanên dawî, bi beşdariya endama desteya hevserokatiya partiyê Sema Bekdaş û hevserokê nivîsgeha rêxistinî Ebdul Hadî Ehmed her wiha rêveberiyên li bajarê Dirbêsiyê.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdên azadiyê û rûmetê, piştre perspektîf hatin xwendin. Di civînê de rewşa siyasî ji hêla endama desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratik Sema Bekdaş hat nirxandin, pêşketinên meydanî li ser qada cîhanî û herêmî nîqaş kir.
Rewşa rêxistinî bi awayekî berfireh hat nirxandin, di dawî de deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hat vekirin.