Çalakî

Nivîsgeha partiya me li navçeya Holê civîna xwe ya rêxistinî li dar xist

Nivîsgeha rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD duh di dîroka 2023-1-11 civîneke rêxistinî ji rêveberiyên partiyê li navçeya Holê bi beşdariya komîte û hevserokên partiyê ya nivîsgeha navçeyê li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destpê kir, piştre perspektîfên ku ji meclisa giştî ya partiyê derketiye hate xwendin, mijara civînê li ser rewşa siyasî li Sûriyê, rewşa Kurdistanê, rewşa rêxistinî û pilan û bernameyên kar bû.

Civîn bi vekirina deriyê nîqaşê li ser perspektîfên hatin xwendin, her wiha astengiyên ku li pêşiya tevahiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê derdikeve û riyên çareseriya wê, bi dawî bû.

Back to top button