Nûçe

“Tu têkiliya YPG`ê bi pevçûnên di nava Tirkiyê de tune ye”

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir nûçeyê hin saziyên ragihandinê belav kirine û dibêjin ‘kesên ku herdû polîsên Tirk li Ceylanpinarê kuştine, ji Rojava derbasî Tirkiyê bûne’ derewand. Xelîl herwiha got ku tu têkiliya YPG`ê bi pevçûnên di nava Tirkiyê de tune ye.

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl derbarê mijarê de bersiva pirssa ANHA’yê da.

Xelîl nûçeyên ku dibêjin kesên herdû polîsên Tirk li Ceylanpinarê kuştine, ji Rojava derbasî Tirkiyê bûne derewand û wiha got: “Nûçeyên ku hin saziyên ragihandinê weşandine û dibêjin ku piştî komkujiya Pirsûsê kesên herdû polîsên Tirk li Ceylanpinarê Kuştine, ji Rojava derbasî Tirkiyê bûne derew in û ji rastiyê dûrin”.

Xelîl wiha dewam kir “Di nava çar salên dawiyê sînorên di navbera me û Tirkiyê de yên herî bi ewle ne. Her wiha gelek caran em rastî êrîşên hêzên çekdar ên ku ji Tirkiyê derbasî rojava dibûn, hatin”.

Xelîl got ku ewê tucarî rê nedin ku ji rojava êrîş li hember Tirkiyê pêk werin û eger di demên pêş de aşkere bû ku hin kesan ji Rojava êrîşî Tirkiyê kirine emê helwestên pêwîst derbarê wan bistînin.

Derbarê helwesta YPG`ê ji pevçûnên di nava Tirkiyê de jî Xelîl got “Tu têkiliya YPG`ê bi pevçûnên di nava Tirkiyê de tune ye”.

(kn)

Back to top button