ManşêtNûçe

Têkildarî gef û êrişên Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê KNK’ê daxuyanî da

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî gef û êrişên dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hêzên şoreşgerî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Rayedarên dewleta Îranê ev demeke gefan li hêzên Kurdistanî dixwin û ev çend roj in jî êrişên hewayî pêk tînin. Dewleta Îranê beriya niha jî dem dem bi topan êriş dikir, van rojên derbasbûyî dest bi êrişên hewayî jî kirine. Di nava hefteyekê de ev du car in bi frokeyên bê mirov (Dron), li başûrê Kurdistanê deverên Baradost û Balekayetî, têne bombabarankirin. Li van deveran baregehên hêzên rojhilatê Kurdistanê têne bombekirin. Pêşiya van êrişan rayedarên Îranê gef li hêzên Kurdistanî xwaribûn. Ev rewşeke nû ye û wê encamên nû jî bi xwe re bîne.

Ev serê dehan salane dewleta Tirk êrişê Başûrê Kurdistanê dike û hinek deveran dagir dike û baregehên leşkerî datîne. Niha êrişên Îranê jî ser ve zêde bûne. Di vê demê de zêdebûna gef û êrişên dewleta Îranê watedar in. Ev jî dide nîşan ku dagirkerên li Kurdistanê li dijî destketiyên gelê me tifaqdar in. Ji xwe di dema referandûma Başûrê Kurdistanê de bi awayekî eşkere tifaqa xwe nûkiribûn û ev tifaqa wan a li dijî Kurdistanê dewam e. Hêzên dagirker her çend dibêjin êrişên me bi hinek hêzan ve sînordar in, lê rast nabêjin, êriş li dijî hemû destketiyên gelê Kurdistanê ne.

Hikumeta navendî ya Iraqê, weke li hember êrişên dewleta Tirk bêdeng e, heman demê li hember êrişên dewleta Îranê jî bê deng e û xwe nebîstî dike. Ev jî dide nîşan ku agahdarî û erêkirina hikumeta Bexdayê di van êrişan de heye. Mixabin rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, rastiyê nabîne û ew jî bê deng e. Ev jî rewşê xetertir dike.

Gef û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, ne tenê li dijî hinek partî û hêzên Kurdistanî ne. Ev êriş li dijî destketî û berjewendiyên hemî Kurdistanê ne. Divê ev rastî ji aliyê hemî dem û dezgehên Kurdistanî ve bê dîtin. Divê hemî hêzên Kurdistanî bi awayekî koordînekirî li ber van êrişan rabin.

Em weke KNK’ê, gef û êrişên dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hêzên Kurdistanî, bi tundî şermezar dikin. Bi vê munasbetê em bang li dewleta Îranê dikin û dibêjin, bi gef û êrişan hûn sernakevin û ji bo çareseriya pisgirêkan bi hêzên Kurdistanî re bikevin nava diyalogê.”

ANHA

Back to top button