ManşêtNûçe

Sûcên dewleta Tirk ji zêdetirî 5 salan ve li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî didomînin

Piştî dagirkirina Efrînê di 2018`an de, bajar veguheriye wîlayeteke tirkî. Lê ala xwe hildide, zimanê tirkî li şêniyên wê ferz dike, mal û milkên efrîniyan ji çeteyan re helal dike.

5 sal têrê kir ku Efrînê talan bike, xwîna gelê wê, mal û milkên kurdan helal bike. Jêderketin, bûye xewna gelakan ku dixwazin ji wê kabûsê xilas bikin.

Dewleta Tirk a dagirker hemû cûreyên îşkenceya derûnî, bedenî û civakî li şêniyên Efrîna dagirkrî dike û piştî ku zeviyên wan talankirin û darên wan şewitandin, bi quta efrîniyan bazirganiyê dike.

Piştî 5 salan li ser dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, sûcên xwe li ber çavê civata navneteweyî, didomînin. Tevî bangewazî û hişyariyan jî ku rewşa li Efrînê êdî nayê tehemulkirin, lê dewleta Tirk mal û milkên wan talan kirin û kesên ji derveyî bajêr lê bicih kirin.

Beriya çend rojan, serçeteyên dewleta Tirk a dagirker di kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên tecawîzkirinê li zarokeke 10 salî û yeka 14 salî kirin. Her wiha keçeke ciwan (20) jî ji ber ku xwediyên wê razî nebûn wê bi çeteyekî re bizewicînin, revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 5 salan ve û heta niha zêdetirî 680 welatî kuştine. Ji wan 93 ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 8 hezar û 792 welatî revandine û 100 jin hatine kuştin. Tecawîz jî li zêdetirî 80 jinan kirine. Di nav wan de zarokên keçîn hene.

Rêxistinê destnîşan kir ku zêdetirî 750 welatî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûne. Ji nav wan 340 zarok û 216 jin in.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 380 hezar û 500 darên zeytûnê û yên merxê birîne; her wiha zêdetirî sêyeka rûbera çandiniyê ku zêdetirî 12 hezar hîktar bû şewitandiye û zêdetirî 13 hezar û 500 darên zeytûnê û yên daristanî jî şewitandine.

Dewleta Tirk a dagirker bi hezaran mal û dikan talan kirin û bi sedan jî ji wan erzan frotin koçberên ji derveyî bajêr hatine. Zeviyên çandiniyê ji bo xwe îstîsmar kir û zêdetirî 100 mal veguhest navendên ewlekarî û leşkerî yên ji bo MIT’ê û komên çeteyan.

Di heman çarçoveyê de, komên çete rêyên tirênê yên li nav gund û bajarokên Efrînê ji hev xistine û derbasî Tirkiyeyê kirine.

Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrîn – Şehbayê destnîşan kir ku 68 girên dîrokî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin kolandin û xerabkirin. Her wiha zêdetirî 28 deverên dîrokî û 17 mezarên olî yên olên cûrbecûr ên kantonê hatin rûxandin û li şûna goristana şehîdan bazarê sewalan vekir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bênavber û bê ku kes wan rawestîne, roj bi roj zêdetir dibin.

ANHA

Back to top button