ÇalakîManşêtNivîskar

Şêniyên Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos li goristana şehîd Dicle spartin axê

şêniyên bajarê kobanê ji bo oxirkirin cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Zagiros li goristana şehîd Dicle kom bûn.

Şehîd Zagoros 18’ê Adara 2024’an dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Di merasîma oxirkirinê de, sersaxî ji malbata şehîd Zagiros re hat xwestin û weha hat gotin:

“Şehîd Zagros di oxira parastina gel û xaka xwe de heta kêliya dawiyê li hember dagirkerî û dijminan li ber xwe da.

Emê jî hata dawiyê xeta şehîdan bişopînin û tola wan hilînin.”

Dawiyê wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

 

Back to top button