ManşêtNûçe

Sema Bekdaş: Helwesta me di derbarê diyaloga Kurd-Kurdî de sabit û stratejîk e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, Mazlûm Abdî, li ser rûpela xwe ya fermî ya Twîterê, destpêkirina qonaxek nû ya diyalogê di navbera partiyên siyasî yên Kurd (PENK, ENKS) de ragihand, û Abdî tekez kir ku pêdivî ye ku pêvajoya diyalogê biserkeve.

Di vî çarçoveyê de; Sema Bekdaş berdevka fermî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), got ku ew amade ne ku diyalog û danûstandinan biqedînin, û ku helwesta wan li hember însiyatîfa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat sabit û stratejîk e, tekez kir israra wan wekî partiyên yekîtiya neteweyî ji bo temamkirina diyaloga Kurd-Kurd digel hemş zehmetiyan.

sema diyar kir: Armanca me parastina destkeftiyên şoreşê ye, ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidest xistin, bi saya fedakariya bi hezaran şehî dan.

Sema Bekdaş berdevka fermî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), piştrast kir ku diyaloga Kurd-Kurdî beşek ji pêvajoya siyasî li Sûriyê ye, û piştrast kir: Têkçûna civîna Cinêvê ya dawî ji sedema tunebûna nûnerên Xweser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Sema destnîşan kir ku gihîştina lihevkirinek di navbera partiyên kurdî de, di siya qonaxa girîng de ku em tê de derbas dibin, dê bibe bingeha çareserkirina kirîza Sûriyê bi giştî.

Hêjayî gotinê ye; Diyaloga di navbera partiyên siyasî yên kurd de di dema paşîn de sekinî bû, ji sedema tunebûna şandeya danûstandinan a Amerîkî ku siponseriya diyalogê dike.

Back to top button