GotarManşêt

Rola jin di şoreşa Rojava de

Erîfa Bekir

Jin di şoreşa Rojavayê kurdistanê de, roleke pir çalek dilîze û di hemû beşên civakê de cih digre, lê hîn jî mafê xwe yê jiyanê li gorî ku tê xwestin negirtiye

Lewma jî tu rengê wê li her derekê dibîne  û li mafê xwe xwedî derketiye.

Jin di dema borî de di zindaneke girtî de dijiya û hemû şêwazên ne baş der heqê wê de dihat bikaranîn, ji ber vê yekê jî nedikarî biaxiviya  û mafê xwe ya rewa bixwestibûya

Lê piştî şoreşa Rojavayê kurdistanê dest pêkir û li ser asasa mildana Rêber Apo jê re careke din piştî derbasbûna sedsalan ji koletiyê re, jin careke din rabû ser piyan  û mafê xwe yê ku bizorê jê hatiye dizîn ji nû ve xwast û serkeftina vê şoreşê danî ser milên xwe, bi şev û roj ket nava xebatê, di her derekê de xwe li pêş dît û ti karî de ji xwe re astengî çê nekir

Weke dîrokê di ropelên xwe de gelek tişt veşartin û heya roja me ya îro nirx daye  ku rojek were em vekin û di ropelên wê de avjeniyê bikin, ta ku em bighînin mijarên der heqê me de hatine nivîsandin û em bixwînin, li ser rawestin, ji xwe re bikin bingeh, li ser bimeşin û nirx bidinê, ji bo em karibin mafên xwe yên xwezayî bi destê xwe ve bînin

Jin dibêje: Ji dîrokê li ser min bipirsin

Dîrok dibêje: Ey jina sedsala 21 an, li ser xwe bihizre, were bibîne ez çi li ser te dizanim, tu li kubî û li ku mayî

Di roja îro de, jin hinekî xwe naskiriye, ev pêşketin jî ne ji xweve hat, ji hêza ku jin di xwe de dîtiye derkete holê  û bi derketina jin ji malê pir tişt di jiyana wê de hatin guhartin, ji nû va ket nava civakê û naskir ku çiqas hîn paş va maye û mêr ew kiriye çi halî de û çawa jiyana mirinê di nav jiyanê de daye  jiyan kirin

Lewma jî cihê xwe di nava hemû karan de girt û xwe perwerde kir, kêmaniyên di xwe de didîtin ber çav re derbas kirin û jê re çareserî dît

Bi derketina jinê ji mal şoreşa Rojava pir pêş ket û roleke pir girîng hat lîstin û xwiya kir ku jin ne tenê nîvê civakê ye, lê belê civak bixwe ye û bê wê jiyan nabe, li ser vî bingehî, li beremberî mêr di hemû qadan de kar kir û da meşandin.

Divê  dawiyê de, jinê cihê xwe di hemû saziyan de girt û têkoşîn kir,  ji bo mafê xwe bi dest bixe û şoreşa Rojava bi ser bixe

Birastî jî di hemû saziyan de hejmara jinan du qatî hejmara mêrane, sedema wê jî jin xwe naskir û rola herî girîng ya ku lîstiye, çek danî ser milên xwe  û tevlî yekîneyên parestina gel bû  û weke hêzeke aktîv rola xwe lîst

Li hin cihên ku rêxistina jin hîn ne giştiyê, jin pir paşve maye û heyanî niha jî wê ne xwe naskiriye û ne jî mafê xwe naskiriye

Ji ber vê  ew wek rabût tê bikar anîn û hemû şêwezên xirabiyê der heqê wê de tê bikaranîn

Lê bi giştî em dikarin bêjin jin di rewşek pir cidî re derbas dibe , ger di va dema dîrokî de xwe azad neke , tu carî wê azad nabe

Ji ber ku ev dem dema şoreşê ye , dema ked dayînê ye û azad kirina jinê ye

Back to top button