ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser biryara Meclisa Ewlehiyê di encama fişarên Rûsyayê de û bi peymana dewleta Tirk û Rûsyayê pêk hat

Meclisa Ewlehiyê li ser mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî ji xaka Sûriyê re erêkirina xwe dubare kir ku salane tê nûkirin. Lê belê vê carê tenê mekanîzmaya alîkariyan li ser sînorê bakurê Sûriyê bi fişarên Rûsyayê û lihevkirinên siyasî yên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de ye.

Naveroka biryara nûkirinê; tenê li ser 2 dergehên sînor e piştî ku bûbûn 4 dergehên sereke û bi dema ji 6 mehan heta salekê ye.  Ev dergeh piştî vetoya Rûsyayê li Meclisa Ewlehiyê der barê sînorê Tirkiye-Sûriyê de hatin erkdarkirin, ew jî dergehên Bab El-Hewa û Bab El-Selam in. Lê dergehên sînorê Iraqê –Urdinê, Til Koçer-Yeirûbiyê ya girêdayî bajarê Hesekê ya rojhilatê welêt û Remsa ya li ser sînorê Sûriye-Urdinê nehatin diyarkirin.

Têkildarî mijarê, berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Luqman Ehmê li gel ajansa me ANHA’yê wiha daxuyand: “Diviyabû dema vê biryarê ya derbasbûna alîkariyên li xaka Sûriyê, bihata dirêjkirin. Lê belê vetoya Rûsyayê hişt ku biryareke nû derkeve, tenê 2 dergeh hatin diyarkirin û dema wê jî kêm bû.”

Ehmê li ser dûrxistina dergehên Til Koçer-Yeirubiyê ya li sînorê Iraqê û Remsa ya li ser sînorê Urdinê bi bîr xist ku bi fişarên Rûsyayê û lihevkirina dualî ya Rûsya û dewleta Tirk ne û wiha got: “Fişarên Rûsyayê û bikaranîna vetoyê, Meclisa Ewlehiyê neçar kir ku dergehên sereke bi dûr bixin û pişta xwe bidin dergehên bi taybetiya dewleta Tirk. Ev jî bi lihevkirina Rûsya û dewleta Tirk pêk hat. Bivê nevê diyar dibe ku rewşa mirovî ne di xema hin dewletan de ye û tenê berjewendiyên xwe li Sûriyê esas digirin.”

Der heqê bandora vê biryarê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Ehmdê da zanîn ku ne şêniyên herêmê, ne jî penaber û ne jî koçberên ku berê xwe didin herêmê, sûdewar in û wiha pê de çû: “Em dixwazim bi bîr bixin ku sala par tenê 30 erebeyên alîkariyên mirovî derbasî herêmê bûn, ev hejmar jî bi hevrûkirina hejmara penaber û koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên herêmê re tiştekî nake û tu bandora lojistîk jî bi tunebûna van alîkariyan nake.”

Ehmê wiha pê de çû: “Em her tim li bendê bûn ku Amerîka û dewletên rojava piştgiriya xwe ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşkêşkirina alîkariyan zêde bikin. Vê dawiyê jî bi nameyekê me bang li NY’yê kir ku alîkariyan zêde bişînin. Lê belê bazara siyasî û navneteweyî ev yek asteng kir. Herî dawî jî girtina dergeha derbasbûna alîkariyên mirovî, ev siyaset eşkere kir.”

Ehmê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêşkirina pêdiviyên sereke yên jiyanê dewam dike û li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dikin û wiha got: “Qutbûna alîkariyan dê bandorê li ser şêniyên herêmê û koçberan neke. Dê Rêveberiya Xweser di bicihanîna erka xwe ya mirovî li hemberî şêniyên herêmê de dewam bike. Lê belê me hêvî dikir ku her kes bi erka xwe ya li hemberî herêmê rabe û di pêşkêşkirina alîkarî û xizmetan de piştgiriya Rêveberiya Xweser bike, her wiha dergehan ji xizmeta gelê Sûriyê re bikar bînin û  ne dergehên ku di bin kontrola çeteyên Cebhet Nusra, DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk de bi kar bînin.”

Ji bo kêmkirina forma biryarê, Brîtanya, Amerîka, Rûsya û Çînê dengê xwe bi kar neanîn. Lê belê hemû endamên meclîsê yên mayî ji bo biryarê deng da.

Balyoza Brîtanyayê ya di Meclîsa Ewlekariyê de Carin Pers diyar kiribû ku ji bo rewşa li ser erdê, welatê wê, vê bersivdanê têr nabîne û wiha gotibû: “Hiştina dergeheke sînorî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xemgîniyê ye û jiyana bi sedan şêniyên Sûriyê, ger ne bi hezaran be, dixe xetereyê.”

 

Back to top button