ManşêtNûçe

Rakirina pergala hevserokatiyê tê wateya bidawîbûna demokrasiyê

Pergelên ku digotin nûjenî ne di asta guncaw de bûn di bidestxistina azadiya jinê de, piraniya van pergalan nûnertî da jinê di hemû warên jiyanê tenê bi pileya 10%, lê belê rêber Abdullah Ocelan nûnertiya jinê bi pileya 50% dayê ye bi wekheviya di navbera her du zayendan de di riya xurtkirina projeya Rêveberiya Xweser ya ku li ser bingeha Hevserokatiya hevbeş pêk tê.

Pergala hevserokatiya hevbeş tê wateya jiyana azad, û ew modeleke ji civaka îdeal û hilbera mezin ji têkoşîna azadiyê, ji destpêka damezirandina wê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat û jinan beşdarbûnek çalak tomar kir heta di warê leşkerî de ne tenê siyasî li dijî DAIŞ’ê.

Ji bo bersiva aliyên din bikin ên ku hewldidin ku jinê ji rêberiyê dûrbixin, û şerkirina tecrûbeya pergala Hevserokatiya Hevbeş, em neçar man ku raporeke çapemeniyê kurt amade bikin,

Pergala Hevserokatiya Hevbeş edaletî û ewlehiyê di navbera her du zayendan pêk tîne

Nûçegehana Partiya Yekîtiya Demokrat li Helebê bi Emîne Beyrem endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demkrat hevdîtin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir û got: Ku pergala Hevserokatiya Hevbeş pergalek adile û parastina mafê her du zayendan dike di wekheviyê de û hewildide avakirin ûpşxistina civakek exlaqî.

Her wiha tekez kir ku ev pergal berevajî bibe li ser nifşên bê, û wê jiyana hevbeş xurt bike, wekî din enerjiya erênî û hêzê dide her hemwelatiyekî di dema ku berê xwe dide saziyên heyî li ser pergala Hevserokatiya Hevbeş.

Beyrem îşaret kir ku ev pergal edalet û ewlehiyê bidest dixe, û ji erkê me ku em vê pergalê pêşbixin û piştgiriya wê bikin heta ku bibe modelek li herêmên Sûriyayê din, heta bighêje Rojhilata Navîn û cîhanê.

Emîne Tekez kir, em di siya pêşketin û rewşên ku tê de derbas dibin li herêmê û aloziya Sûrî bi hewcdariya ku biryar bê girtin û mafê çarenûsê bi teybet tiştê girêdayî civakê bi erêniya her du zayendeyan, ev hemî di pergal Hevserokatiya Hevbeş û jiyana azad pêk tê.

Beyrem bal kişand ser ku avakirina her “Civakek Demokratîk Pirrengî ne navendî” ji vîna her du aliyan derdikeve dûrî ramanên paergalan ên hewildidan ji bo desthiltdariyê têxe destên mêr de, di encamê de civak hilweşiya û giha rewşek xirab.

Emîe Beyrem endama Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokrat îşaret kir ku tiştê ku di civaka Rojhilata Navîn çêdibe ew e dirêjkirina zihniyeta Baviksalarî ye, yê ku zayenda din qebûl nake.

Dema ku Rêveberî di destê jinê de bû edaletî di navbera hemû beşên civakê de bû, û ev e ku em dibînin di cihên ku jinê tê de ne di Rêveberiyê û Perlemanan de ew e zêdetirîn rêveberiyên bi pirsgirêkên civakê zana ne, ji ber vê yekê em careke din tekez dikin ku pergala heverokatiya hevbeş ew e misogeriya çêbûna jiyana azad û avakirina pergalek Demokratîk.

Pergala Hevserokatiya Hevbeş mafek rewa ye ji jinê re

Rojnameya Partiya Yekîtiya Demokrat li Qamişlo hevdîtinek bi Narîn Metînê seroka Şepêla Pêşerojê a Kurdistanî re çêkir û tekez kir di destpêka hevdîtina xwe û ji destpêka ketina jinê di qada siyasî û ew dixwest ku bibe pêşeng di hemû waran de siyasî, civakî û rêberî, tevî hebûna gelek pirsgirrêkan ku zihniyeta Baviksalarî di civaka me de çêkiriye û tevgera me ya kurdî Kîlasîkî ji bo li hember hewesê jina kurd di azadiyê û rêveberiya civakê bisekine, lê belê wê karîbû berxwebide û berdewa kirina riya xwe bi hemû bawerî, her wiha Metînî îşaret kir ku jina kurd dîroka wê tijî federakî ye û xebat mil bi mil li gel mêr re.

Her wiha rêça xwe domand heta em gihan vê qonaxê ya ku jin niha berpirsyariyên “Siyasî, Civakî, rêvberî û Leşkerî” digre li ser mile xwe.

Metînî îşaret kir di hevdîtina xwe bi giştî ku piştî avakirina Rêvebriya Xweser li Roavayê Kurdistanê, tiştê ku jinê dixwet ji demên dûr gihayê, her wiha Metînî modeleya Rêveberiya Xwsere wiha wesifand bi “Îdeal” û tecrûbeyeke bûye mînak ji gelên Rojhilata Navîn ji ber ku jinê mafê xwe girt.

Metînî bal kişand ser ku pergala Hevserkatiya Hevbeş di navbera Jin û Mêr di hemû waran de ne tenê di siasetê de, em îfade dikin ku ew mafe ne pernesîbe dest jê nabe ji bo bibe çareseriyek edaletî ji ber ku jin ferdakiriyên mezin kir, civaka Sûrî û kurdî dewlemend kir her wiha jî parastina wê kir, ev pergal çareseriya rastîne û zêdetirîn parastina mafê jinê dike ya ku êşa dûrxistinê di hemû warên cîhanê de.

Narîn Metenî îşaret kir ku ji destpêka damezirandina Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê em dibînin ku mafê jinê di rêberiyê de ji yên tekane ye, û ev mafê wê yî xwezaye, weke ku hun dizanin ku ez weke seroka Şepêlê cihê serokatiyê min girtiye ji sala 2014 an, û ev bi saya kar û hewildanê mezin ê jina kurdî ya ku hemû kes razî kir ku jin kare ku bibe jinê rêveber û ne tenê siyasî.

Em weke Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê em hewildidin ku jin bibe seroka Sûriya û ji Kurdistana Sûriya jî, ji ber ku jina Sûrî û Kurdî bi teybet tiştê ku pêşkêş kir tu kesî nekir di siya vê rewşê de ji şer û hilwişandin û koçberî.

Di dawiya axaftina xwe de Narîn Metînî seroka Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê tekez kir ku hevserokatiya hevbeş mafek rewa ye nayê jê stendin ji niha û pêve.

Rola jinê di rêberiya gelan de  

Hemwelatiyek navê xwe diyar nekir: Ku jin ew e roniya ku jiyana her kesî ronî dike wê çawa civakekê bi temamî ronî neke, em ê li vir gelek mînakan bi kar bînin

Îlham Ehmed seroka Desteya Rêveber di Meclisa Sûriya Demokrat ya bi navê “Xanima Yekem di MSD” de, û beşdarbûna wê di Kogerya Emerîkî de bi daxwaza parastina herêmê ji êrîşên Tirkiya, her wiha di Meclisa Ewropî de, û pêşengtiya şandeya Moskovê ji bo îmzekirina Muzekereya têghiştinê.

Her wiha şervana têkoşer Nisrîn Edullah berdevka Yekîniyên Parastina Jin a ku şer kir di şerê li dijî DAIŞ’ê û bajarê Reqa ya dihat gotin paytexta xîlafeta DAIŞê rizgar kir, her wiha sardana Qesra Qraliyetê “Elizabeth” li Birîtaniyayê kir, û hevdîtin bi serokê Ferensayê Nicolas Sarkozy kir.

Şehîda Hevrîn Xelef a endezyar a ku baweriya xwe anî bi yekîtiya Sûriya azad, û ya ku hat hilbijartin di meclisa Ewropî weke seroka ji Sûriya Pêşerojê, lê belê destên alêgirên Tirkiya dirêjî têkoşîna wê kirin û nehiştin bigihêje çarenûsa xwe û cihê ku dixwest.

Kurtayî:

Em dibînin ku beşdariya jinê bi awayekî balkêş di saziyên Rêveberiya Xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûriya û di cihên leşkerî de modelek serdest da, di cîhana Erebî, Ewropî û Rojhilata Navîn.

Back to top button