ÇalakîManşêtNûçePYD

PYD serdana hêz û partiyên siyasî li bakur û rojhilatê Sûriya dike

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi nûnertiya hevserokatiya hevbeş ya partiyê Asiya Abdullah û hevserokatiya nivîsgeha têkiliyên giştî ya partiyê Sîhanok Dîbo û Sema Bekdaş serdana hêz û partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriya dike.

Bi armanca girtina nêrînan û sekinandina li ser bûyerên qada Sûriya çêdibe ji guhertinên siyasî ev serdan pêk hat.

Di hevdîtinan de şandeyê li ser isyatîfa Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya ji bo çareserkirina aloziya Sûriya behs kir, her wiha pêwistiya çalakirin û biserketina wê.

Hevdîtinan rola Komara Erebî pêşwazî kir û aktîvkirina rola wê di pêkanîna biryara neteweyî 2254 ya têkildarî çareserkirina aloziya Sûriya.

Di dawiya serdanan de şandeyê tekez kir li ser xurtkirina eniya hundirîn û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, û qutkirina rê li ber hewildanên ku dixwazin insyatîfa Rêvebriya Xwser xerab bikin.

Back to top button