ÇalakîManşêtPYDRojava

Partiya me civîneke berfireh li navçeya Sirîn ya herêma Firat li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD îro civîneke berfireh li navçeya Sirîn ya herêma Firatê li dar xist bi kordînasyona saziya Malbatên Şehîdan.

Kesayetên eşîrtî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û malbatên şehîdan li navçeya Sirîn tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre endama meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ya herêma Firatê Leyla Ehmed bi xêr hatina beşdaran kir, destnîşan kir li ser giringiya mîna van civînan di vê qûnaxa hesas, û di çarçoveya pêşketinên nû li herêmê.

Piştre endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Bekir Haj Îsa li ser rewşa siyasî li herêmê, û aloziyên ku dewletên desthilatdar li herêmê jiyan dikin û hewildanên desrxistina van aloziyan li derve.

Haj Îsa tekez kir ku dewletên desthilatdar û yên heremî tu îstratîjiya wê ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê tune ye, ji ber vê yekê ev alozî her roj kurtir dibe, îşaret kir ku ew dewlet bi taybet Tirkiyeyê bi hemû wesîleyan şerê tecrûbeya Demokratîk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike, zelal kir ku civîna çar alî ya Asîtanyayê roleke wê di kurbûna aloziya Sûriyeyê de hebû, di riya bazarên siyasî, lihevkirinên ne li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ku êş ji koçberiyê, dagirekriyê û guhertina demografîk kişand.

Haj Îsa îşaret kir ku domandina tecrîdê der heqê rêber Ocelan bi sedema mestrsiya ji fikr û perspektîfên wî ye a çareserkirina aloziyên herêmê, tekez kir ku vekirina Rêveberiya Xweser li ser diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Piştre nêrînên beşdaran hate guhdarkirin.

Back to top button