ÇalakîManşêt

Partiya me bi kordîneya Hêzên Parastina Cewherî li Minbicê navendeke Parastina Civakê vekir

Îro 5 Mijdarê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi kordîneya Hêzên Parastina Cewherî, navenda Parastina Civakê bi navê dayîkên şehîdan li bajarê Minbicê, bi beşdariya şandên saziyên sivîl û leşkerî vekir.

Destpêkê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir û piştre çendîn peyv hatin pêşkêşkirin û tê de rola mezin a Hêzên Parastina Cewherî bi taybet rola jin di parastina welat de ji bo tabînkirina ewlehiyê ji bo gelê xwe hate nirxandin.

Şahî bi dîlan, stranên gelêrî û bilindkirina wêneyên şehîdan bi dawî bû.

 

Back to top button