ÇalakîJinManşêtPYD

Panêla Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD destpê kir

Panêla ku Meclisa Jin a Partiya ya Demokrat rêxistin kir di bin drûşmeya “Rola raghandinê di têkoşîna tundiya li dijî jinê”, destpê kir, panêl li salona “Zana” li bajarê Qamişlo hat li dar xistin.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD îro panêlek diyalogê li dar xist li ser rola jinê di têkoşîna li dijî jinê, bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan, rêxistin û saziyên sivîl, kesayet û rûsipiyên eşîran, çalakvan û hiqûqnas.

Çalakiyên panêlê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan.

Mijarên panêlê li ser dû beşan wê pêk bê..

Mijara yekemîn li ser:

Rola û weaîfeya raghandinê li hember tundiya li dijî jinê, wê hevseroka Yekîtiya Raghandina Azad Malva Elî biaxive.

Mijara duyemîn:

Diyardeya tundiya li dijî jinê û rêyên rûbirûbûna qanûnî ji aliyê şêwirmenda yasayî ya rêxistina Sara “Nada Malakî” ve.

Dê forûm bi komek encam û pêşniyaran bi dawî bibe.

Back to top button