Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat li Helebê daxuyaniyek da raya giştî, daxuyanî li qada Şehîdan li beşê rojava ji taxa Şêx Meqsûd hat dayîn, bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe.
Daxuyanî ji hêla Hêvîn Silêman endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat hat xwendin.
Daxuyaniyê tekez kir li ser Yekîtiya Netewî û rawestandina li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiya û komên terorê ên girêdayî wê.
Her wiha daxuyaniya bang li Partiya Demokratîk a Kurdistanî kir ku derkeve ji bin wesayeta Tirkiya û nehêle ku Partiya Dad û Pêşveçûnê şîdetê di navbera partiyên siyasî çêbike.
Daxuyaniyê kiryarên dewleta Tirk a faşîzim li herêmên parastina rewa û rojava û herêmên din şermezar kir.
Her wiha daxuyaniyê bang li civaka navdewletî kir û di serî de koalîsyonê ji bo sînorekî ji terora dewleta Tirk re deyne.
Daxuyanî bi berzkirina drûşmeyên ku banga Yekîtiya Netewî dikin b dawî bû.