ManşêtNûçe

Meclisa Ewlehiya Amerîkayê: Her êrîşeke Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê dê bandorê li şerê li dijî DAIŞê bike

Berdevkê Meclisa Ewlehiya Niştimanî ya Amerîka( John Kirby) di bersiva pirsên rojnamevanan de derbarê gefên Tirkiyê li ser pêkanîna operasyoneke leşkerî li bakur û rojhilatê Sûriyê de, tekez kir ku, rêveberiya Amerîka ji gefên Tirkiyê gelekî bi fikare û destnîşan kir ku her êrîşeke Tirkiyê li ser wan herêman dê zirarê bide şêniyên sivîl û bandorê wê li ser şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê bike, wiha got:

Em gelek bi fikarin li ser gefên Tirkiyê li ser pêkanîna operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê, û em piştrast dikin ku ev operasyon dê aramî û aştiyê têk bibe û jiyana sivîlan bixe metirsiyê, her wiha ez bi eşkere dibêjim ku şerê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî dê bikeve metirsiyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê (Ned Price) beriya niha gotibû, rêveberiya Amerîkayê bi hêvî ye ku Tirkiyê xetên agirbestê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk bidomîne û diyar kiribû ku wan metirsiyên xwe yên derbarê operasyona muhtemel de ji rayedarên Tirkiyê re ragihandine.

Wê got:

Helwesta me jî yek e, em piştevaniya parastina xetên agirbestê dikin û her destwerdaneke muhtemel şermezar dikin û em hêvî dikin ku Tirkiye jî li gorî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya di 17’ê Cotmeha 2019’an de pabend be, û pabendbûna xwe bi rawestandina operasyonên li bakur û rojhilatê Sûriyê di çarçoveya vê lihevkirinê de bi cih bîne, ev xala ku her yek ji rêveberiyên berê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê aniye ziman û ev rêveberî jî.

Back to top button