Di nava çalakiyên ku lijneya rêxistinî ya Partiya Yekîtiya Demokrat pê radibe, lijneyê dewreyek perwerdeyê ji jinên partiyên siyasî û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser li buroya partiyê li navçeya Tirbespiyê li dar xist.
Di nava beşdaran de jinên ji: “Partiya Modernîteyê, Partiya Aştiyê, Partiya Roj, Desteya Neteweyî, Partiya Biratî, Partiya Kesk, Kongreya Star, MSD, Parastina Cewherî, Malbatên Şehîdan û Lijneya Jinê” de bûn.
Dewreya Perwerdeyê li ser cejna Jinê ya Cîhanê ku 8 Adarê ye, her wiha perwerdeyê li ser berxwedana qehremanî ya ku jinan li hember rêxistina DAIŞ ya terorîst pêk anî axivî.
Di perwerdeyê de tekez kirin ku jinan li bakur û rojhilatê Sûriya xwe îsbat kirin li ser hemû waran, û bû mînakek ji tevahiya jinan re.