GotarManşêt

LI HIMBER ÎSRAÎLÊ HELWESTA TIRKÎYÊ YA EŞKERE Û VEŞARTÎ

kurdiyar dirê`î

Ta ku mirov bighêje rastiya helwesta  sîstem an jî  rêjîma heyî di tirkîyê de li himber geşedanên ku di rojhilata navîn de rûdidin, Xwendineke rast ji siyaseta tirkîyê  ya hundirîn û derve re pir pêwiste . Siyaseta tirkîyê  ya derve li ser bingehê  siyaseta wê ya hundirîn ava dibe , anku heger mirov bixwaze rastiya helwestên siyasî ya Tirkîyê li himber bûyer, geşedan û pêşketinên di herêmê de nas bike pwiste vegere bingehê siyaseta ku Tirkîyê li ser tevgerê dike.

Dewleta Tirkîyê  ya heyî ne berdewamiya dewleta osmaniye, belê yek ji wan dewletane  ku ji nava perçekirina dewleta Osmanî ve hatiye holê, mîna îraq, sûriye, urdin , israîl HWD. Û nijada Tirk ji nava bi dehan nijadên ku di himbêza dewleta osmanî de jiyandikirin de xwe berdewamiya osmaniyan dîtine û nijadên din dinava sînorê Tirkîya avabûyî de dane ber qirkirin û inkarkirinê. Em ji bîr nekin ku peymana sêverê 1920 dewletên serkeftî di şerê cîhanê yê yekemîn de danîne ku dewleteke Ermenî û kurdî jî  dinav de hebû , her wiha peymana Lozanê 1923 jî  eynî wan dewlean danîne û dinav de dewleta kurdî û Ermenî hatine redkirin, anko van dewletan li gorî  berjewendiyên xwe basa mafên gelan di sêverê de kirine û li gorî berjewendiyên xwe jî di Lozanê de mafên gelan redkirine, mebestame ewe ku  dewleta Tirkîyê ya heyî, dewleteke çêkiriye bi armancin navnetewî  hatiye organîzekirin  weke wê weke avakirina israîlê ye, bi armancin navnetewî  hatiye organîzekirin, lewra tirkîyê ji avabûnê de di wê metirsiyê de ye ku  sêvereke nû  li gorî geşedanên herêmî û cîhanî xwe bi de pêş û li ser vê metirsiyê siyaseteke inkar, qirkirin, demografîguhertin û tirkirinê dinava sînorê xwe de daye meşandin, bi taybet ev siyaset li ser gelê kurd û kurdistanê pêk aniye kontrol bike û derfetê nede vejînbûna doz, hest û hêviyên netewî  li ba   gelê kurd, û derbasbûna Tirkîyê di nava Nato  di 1952 de, yek ji armancên wê yên  sereke  parastina sînorê Tirkîyê yê heyîbû, anko Tirkîyê  bingeha siyaseta xwe li ser bingehê mayîndekirina hebûna xwe, weke dewleteke çêkirî li hesabê gelên resen bi taybet kurdan tevgeriyaye û digere, û çi ferweriyên ku rêveberiya Tirkîyê  kirine, dosyaya sereke li ber wan dihate danîn ewbû bidawîkirina doza kurdîbû, û yek ferweriyê jî ev armanc pêk neanîne,  tevî  ku ta asteke bilind dikarîbûn doza kurdî lawaz bikin û civaka kurdî ji hev bixînin, piştî têkçûna şoreşa Agiriyê sala 1939 û ta 1984 ji ber ku bêdengiyeke mezin xwe li kurdistan û doza kurdî dorpêç kiribû ,û Tirkîyê kurd  weke neteweke têkçûyî, mirî û bê vîn hesab kirine  û ketine wê baweriyê de ku îdî nema dikarin li ber xwe bidin. Di salên şêstiyî de  bi pêşketina tevgera siyasî di bakurê kurdistanê de  bi taybet Ji 1978 û şûnde bi derketina tevgera azadiya kurdistanê (PKK ) re, bêdengiya li ser doza kurdî û gelê kurd hate şikandin û Tirkîyê ketibû  nava rewşekemetirsîdar de ku ew laşê mirî (kurdistan ) ji nûve zindî dibe  û hebûna Tirkîyê di metirsiyê de ye , ne Tenê Tirkîye, belê çêkerên dewleta Tirkîyê jî  ketibûn nava metirsiyan de lewra di 1999 de komploya navnetewî li ser rêber Ocelan dane meşandin û ta roja îro di zindana imraliyê de dîlgirtiye, û israîl yek ji wan dewletên serekenûn di dîlkirina rêber ocelan de, her wiha di alîkirna bi Tirkîyê re him leşger, û him istixbaratî di şerê li himber tevgera azadiyê de bi taybet di salên notî de.

Bi derhatina buhara Erebî re 2010-2011 û ketina rojhilata navîn di nava guhertin û veguhertinan de bi taybet ku di demin pir kin de rêjîmin Erebî hatin hilweşandin, û derbasbûna hêzên navnetewî di rojhilata navîn de bi taybet li Îraq û sûriyê û bilindbûna asta DOZA kurdî li başûr û rojavayê kurdistanê bi taybet di nava şerê bi (Dayîşê) re, Tirkîyê li jêr desthilatdariya AKP-MHP de ketin metirsiya avabûna dewleteke kurdî de bi taybet ku di rojavayê kurdistanê de deskeftiyên mezin çêbûn û xweseriyeke demoqratîk hate damezirandin û hêzên wê yên leşgerî (YPG,YPJ, HSD) bûn hevbeşê kwalisyona navnetewî ya li himber dayişê, lewra ta bi hevalbendên xwe re ketiye nava nakokiyan de û ew tawanbar kirine ku dewleteke kurdî ava dikin , û kete nava hevpeymanên tersî hev de bi Rûsiya , Dayîş, mûxalifên sûriyê (ixwan elmuslimîn,)îran re û helwestên xwe ji rêjîma sûriyê ji dijberiyê ketiye lihevhatinê de, tev de bi armanca tunekirina gelê kurd û rêgirtina li ber çi imkanên avabûna statûyeke kurdî di deverê de.

Bi rûdana şerê dinavbera israîl û Hemasê de û zêdebûna gumanên ku ev şer wergere şerekî herêmî  berfirih re, Tirkîyê ketiye nava gumana ku erdnîgariya siyasî di rojhilata navîn de û bi taybet di ya herêmî de ber bi guhertinê ve dire, lewra ne ji xweberve serokê Tirkîyê Erdogan gotibû  ku ew teroristanekê li ser sînorên xwe napejirînin, û çep û rast tuhmet û rexne li hevalbendên xwe yên di Nato de û li Emerîka belav kiriye, lewra helwesta Tirkîyê ya ku li ber çavan li himber israîlê pir tunde û basa mafê mirovan, tawankirina  israîlê dike ,dadgehkirina wê dike û her wiha hebûna hêzên navnetewî  di herêmê û sûriyê de rexne û red dike, helwestin ne cidîne bi qasî  ku helwestên veşartina maska li ber rûyê wê ye ku xwe kiriyê parêzvanê cîhana islamî ya sunî û gelê Tirkîyê, Ereb, Misilman Pê xapandine her wiha pîvankirine, ezmûnkirine ji hêzên navnetewî re dimilê ku bizanibe ka ewjî  mîna israîlê dikare roniya kesk bistîne û li himber gelê kurd û bi taybet li bakur û rojhilatê sûriyê qirkirinan pêk bîne û êrîşên di despêka 2024 de yên li ser binesazî, sifîl û asayîşa bakur û rojhilatê sûriyê di vê çarçoveyê de bû , wekî  din û li paş perdeyan, Tirkîyê ji israîl, Nato û Emerîka bi tenê serê Kurdan dixwaze ne parastina filestîniyan.

Lewra helwest û siyaseta tirkiyê ya derve girêdayî siyaseta Tirkîyê ya hundirîne, ku di çarçova mayindekirina dagerkeriya xwe li ser kurdistan û tunekirina doza kurdî de ye.

Back to top button