ManşêtNûçe

Li Efrînê revandin, talankirin û dizî didome

Çavkaniyeke herêmî ji navçeya Şiyê diyar kir ku çeteyên Lîwa Saed bîn Weqas 12 welatî ji gundên Enqelê û Senerê yên navçeya Şiyê ya Efrînê revandin.

Navên kesên hatine revandin, wiha ne: Hesen Emed Elî, Mihemed Hec Ehmed, Mihemed Hikmet Abidîn, Bangîn Îbrahîm Ebdo, Nîdal Silêman Umer, Hesen Reşîd Cirko, Elûş Mihemed Cirko, Zîbarî Elî Mihemed, Henan Mihemed Ehmed, Mustefa Qaziqilî Umer, Mihemed Bekir Xoce û Mihemed Arif.

Çavkaniyeke din ji navçeya Mabata tekez kir ku çeteyên Semerqend ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyek ji gundê Dala yê girêdayî navçeya Mabata revand.

Her wiha çavkaniyek ji navenda bajarê Efrînê destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker deriyên malên sivîlan rakirin, dizî kirin û li sûkên Ezaz û herêmên di bin dagirkirina Tirkiyê difiroşin.

ANHA

Back to top button