ManşêtNûçe

Li Efrîna dagirkirî sûcên dagirkeriyê û çeteyan berdewam in

Li gor agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, dewryeyeke hevbeş a îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Polîsa Leşkerî” welatiyê bi navê Heysem Mihemed Cafer (32) ji pêşiya mala wî ya li nêzî Dibistana Salih El Elî ya taxa Eşrefiye ya Efrîna dagirkirî, revandiye, mala wî desteser kiriye û malbata wî jê derxistiye.

Heysem Cafer ji gundê Gazê yê Efrînê ye û li taxa Sîna (Pîşeyî) erebeyan tamîr dike.

Her wiha çeteyên “Sultan Suleyman Şah” welatiyê bi navê Ebdo Reşîd Hemo ji pêşiya mala wî ya navçeya Mabetayê revand. Ji bo wî serbest berdin, 5 hezar dolar fîdye dixwazin.

Ebdo Hemo beriya niha jî ji bo ku di mala xwe de bimîne, 2 hezar dolar dabû.

Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Mihemed Hebeş (40) û dayîka wî Emîne ku xelkê gundê Bablîtê ne, revandin.

Hate ragihandin ku çeteyekî “Firqeya El Hemzat” bombeyek li mala welatiyê bi navê Mihemed Hisên Şimbel a li taxa Eşrefiye bi cih kiriye ku şêniyên Xûta Şerqiye dest danîne ser, bi armanca ku wan derxîne û li şûna wan çeteyekî firqeyê bi cih bike.

ANHA

Back to top button