ManşêtNûçe

Li Efrîna dagirkirî plana têkbirina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Li gorî agahiyên ku cavkaniyên li kantona Efrîna dagirkirî dane, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker di 3′yê Îlonê de civînek ji serçete û nûnerên partiyên Tirkmen ên li herêmên dagirkirî yên ji bo berjewendiyên dewleta Tirk dixebitin re li dar xist.

Çavkaniyan diyar kir ku civîn li navenda berê ya malbatên şehîdan li navenda Efrînê hat lidarxistin. Her wiha desntîşan kir ku di civînê de mijara bi navê eşîrên Ereban çawaniya têkbirina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin ku bi rêya êrişan û hedefkirina deverên nêzî eniyên şer pêk werin.

Şeva berê û berbanga îro artêşa Tirk a dagirker gundên Şêx Îsa, Hirbil û derdora Til Rifetê yên kantona Şehbayê topbaran kirin, di encamê de zirarên madî bi mal û milkên şêniyan de çêbûn.

Hemwextî Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′  li Dêrazorê, ya li dijî şaneyên DAIŞ′ê, bazirganên hişbirê, ji hêla QSD′ê ve artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Minbicê, Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê zêde kirine.

Back to top button