ManşêtNûçe

Kongra Star salvegera Helebçeyê bi bîr anî

Kongra Star di salvegera komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Helepçe, birîna bêderman, xeyalên nîvçemayî, qirkirina dîrokê ya herî mezin e. Helepçe ya warê şehîdan. Roja dayîk ji weledên xwe qut bûne, dê bêzarok û zarok bê dê mane. Roja reş, roja ku mirovatiyê ji xwe şerm kir, roja ku erd û ezman giriya. Roja ku her dem ser derbas dibe, birînên me kûrtir dike û êşa me mezintir dike û parçeyên laşê me bi xwe re dibe. Roja ku her tê gotin, qirika me tijî dibe, roja ku em wekî mirov ji xwe şerm dikin.

Di 16’ê Adara 1988’an de, li Helepçeya birîndar, bi fermana Saddamê dîktator li ber çavê cîhana ker û lal gazên jehrê avêtin ser însanên bêguneh, jin, zarok, kal û pîran. Ev roj, di nav me Kurdan de, birîneke bêderman û êşeke bêpênase ye. Însan bê agir hatin şewitandin, însan ji tîna ziwakirin, erd û ezman jehrî kirin, mirovatî wê rojê hate jehrîkirin. Di Enfala Helepçeyê de, li gorî lêkolînên neteweyên yekbûyî jî, hatiye îspatkirin ku gaza xerdal û hin cureyên gaza esabî bikar anîne û hin dane jî dibêjin ku ev gazên li Helepçe hatîn bikaranîn 4,5 kat zêdetirî çekên kimyawî yên li Hîroşîma û Nagasakiyê ne. Di encama van êrîşên hovane û dermîrovahiyê de ji 6 hezarî zêdetir însanên bêguneh şehîd ketine û di heman demê de ji 10 hezarî zêdetir însanên me birîndar bûne. Li heremê nexweşiyên curbecur çêbûne û zarokên nû ji dayîk bûne jî seqet mane.

Her çendî dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de komkujiya Helepçeyê nas kiribe jî, lê ev birîn nayê dermankirin.

Em Kongra Star ji bo em li hemberî van hovîtiyan bin û nehêlin însanên me yên bêguneh, jin û zarok bên qetilkirin, em ê her û her têbikoşin, em ê rihê neteweyî û sîstema ekolojîk pêş bixin. Em ê bîranînên wan bidin jiyîn. Em ê nehêlin Helepçeyên din çêbibin, em ê ji bo gelê Helepçe, ji bo wan dayîkên birîndar, ji bo wan zarokên ku qêrîna wan li ezman ve hilawistî mayîn, xwedî sîstema xweseriya demokratîk û azadiya jinê derbikevin û pêş bixin. Em ê bidin nîşandan ku zarokên Kurdan, dayîk û jinên Kurdan ne bi tenê ne, em ê bidin nîşandan ku Helepçeya birîndar ne bi tenê ye.

Her çendî cîhan li hemberî qirkirina Helepçeyê bêdeng mabe jî, lê em jin nahêlin Helepçe, Dêrsîm û Zîlanên nû werin jiyîn. Her çendî em wekî gelê Kurd, di dîrokê de herî zêde rastî qirikirin û hovîtiyên mezin hatibin jî, lê belê di saya perspektîf û ramanên Rêber Apo, bi rihê şerê gelê şoreşgerî, em ê xwedî li erd, ax û ava xwe derbikevin. Em ê di rêya şehîdên Helepçeyê de bimeşin û xeyalên zarokên bê guneh nîvçe nehêlin, em ê êdî nehêlin ku av û axa me were jehrîkirin. Ji bo wê em ê hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û di bin şiyara jin jiyan azadî de, em jinên welatê xwe biparêzin.

Em li hemberî bîranîna şehîdên nemir ên Helepçeyê em bejna xwe ditewînin û vê qirkirinê bi tundî şermezar dikin.”

ANF

Back to top button