JinNûçe

Kombûna Jinên zenûbiya konferansa xwe ya yekemîn li dar xist

kombuna Jinên zenûbiya konferansa xwe li hola Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li darxist,  bi beṣdarbûna endamên Nivîsgeha Kombûnê ya Reqe nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partî û gelek jinên serbixwe hazir bûn

Di konferansê de berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Sewsen El Xelef axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Sewsen wiha domand: “Jin li herêma Rojhilata Navîn bi hemû cureyên zulmê re rû bi rû ye ku hişmendiya kapîtalîst û bavilsalarî bingeha wê ye. Jin tê kuştin, destdavêjin wê û tevahî cureyên tundiyê li dijî wê dikin.”

Sewsen diyar kir ku bi belavbûna fikrê neteweya demokratîk re şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket, jinan saziyên xwe yên taybet û civakî ava kirin û li hember tundiyê li ber xwe da.

Piştî wê, berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya Reqayê Sewsen El Xelef rapora kar û xebatên nivîsgehê yên du salan xwend. Piştre têkildarî wan xebatan sînevizyoneke hate pêşandan.

Her wiha rêziknameya nivîsgehê hat nîqaşkirin û nirxandinan hatin erêkirin.

Di konferansê de beşdaran nêrînên xwe der barê nivîsgehê û xebatên wê de parve kirin. Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fîroz Xelîl axivî û teqezî bi pêwîstiya xurtkirina civînan bi jinan re, pêşxistina koordîneyê bi komînan re bi rêya jinan kir.

Beriya ku encamnameya konferansê bê xwendin, Nivîsgeha Kordînasyona Jinan hat avakirin ku ji 5 endaman pêk tê, her wiha Meclisa Jinan a kantona Reqayê ku ji 24 endaman pêk tê hat avakirin. Endaman sondxwarin ku pirsgirêkên jinan çareser bikin.

Konferans bi encamnameyan bi dawî bû ku xalên wê wiha ne:

Amadekirina zemîneke civakî ji bo pêkanîna qanûna malbatê.

Lidarxistina dewreyên fikrî yên girtî û vekirî di nava akademiyan de.

Pêkanîna qanûna rêgirtina li pêşiya parsekiyê.

Xurtkirina jinan di aliyê aborî de û pêşxistin û çalakkirina koperatîfan.

Li darxistina civîneke mehane di navbera nivîsgehên jinan ên saziyan de.

Li darxistina werşe û panelên siyasî ji bo xurtkirina jinan di aliyê siyasî de

Back to top button