ÇalakîJinManşêt

Jina ciwan ya PYD êrîşên Tirkiyeyê li ser gelê Kurd şermezar kir

Jina ciwan di Partiya Yekîtiya Demokrat de êrîşên ku artêşa Tirk pêk tîne li ser herêmên parastina rewa li baûşrê Kurdistanê ku ji 24 meha Nîsanê destpê kiriye şermezar kirin di riya daxuyaniyekê de ji bo raya giştî ya cîhanê. Daxuyanî li pêşiya navenda Komasîyona Netewên Yekbûyî li Qamişlo hat dayîn, bi beşdarbûa rêxistin, deste û mecalisên jin li kantona Qamişlo,

 Di daxuyaniyê de wiha hat:

Bi navê hemû pêkhateyên herêmê yên welatparêz di destpêkê de:

Em êrîşên dewleta Tirk û alîgirên wê yên ku bi hemû siyaset û êrîşn hovane ji herêma çiyayê Kurdistanê pêk tîne û bi karanîna çekên qedexe li ser zarokên me yên têkoşer yên ku parastina xak û mafên xwe yên rewa dikin, şermezar dikin.

Ev êrîş dibe di nava bêdengiya Hêzên Navdewletî û bêdengiya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê PDK, lê berxwedana ku şervanên Tevgera Azadiya Kurdisatê li çiyayê Garê pêk anî ku dengek mezin çêkir li herêma Rojhilata Navîn, û binkeftineke mezin ji dijmin re bû.

Lê zarokên me yên têkoşer yên ku xwe bi rêve dibin û hezkirina wan ji welatên wan re û pêkanîna wan bi fikr û felsefeya rêbertî ew her dem serkeftine ji hamuyan re ye.

Em bi rola xwe weke Tevgera Jin û hemû daykiên Tevgera Azadiya Kurdistanê soz didn rêbertî û tevahiya hêzên me yên leşkerî û şehîdên Azadiyê li ser şopandina riya wan heta dawî, û em bang li tevahiya Hêzên Nvdewletî dikin ku rola û û erka xwe ya mirovahî bilîze û li hember dagirkeriya Tirk bisekine.

Bijî berxwedana Girîla, Bijî rêber Apo, Bijî Hêzên Parastina Cweherî.

 

Back to top button