ManşêtNûçe

​​​​​​​Hesen Koçer: Armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina ewlehiya herêmê ye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji duh bi şev ve didomin.

Der barê êrişan de, cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ji ajansa ANHA re wiha axivî: “Di serî de em sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin. Êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê ne.”

Hesen Koçer destnîşan kir ku hemû êrişên dagirkeriya Tirk û bi taybetî yên dawî bi armanca têkbirina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina Rêveberiya Xweser in.

Her wiha diyar kir ku teqîna li qada Taksîmê ya Stenbolê şanoyeke ji bo êrişkirina Rêveberiya Xweser e.

Hesen Koçer axaftin serokê îstixbarata Tirk Hakan Fîdan a di 2014’an de bi bîr anî ku dibêje: “Em dê kesekî bişînin Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku roketekê bavêje Tirkiyê, ji bo em cîhanê bixapînin ku metirsiyek li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê heye.”

Koçer destnîşan kir ku ev şano (teqîna Stenbolê) ji bo wergirtina erêkirina hêzên navneteweyî ye, ji bo ku dest bi êrişê bike.

Hesen Koçer wiha domand: “Ev êriş ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tiştekî nû ne, dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Sûriyê wek Efrîn, Cerablus û Babê dagir kirine û niha jî hewl dide Rêveberiya Xweser tune bike, armanca wê ev e .”

Koçer diyar kir ku lihevkirina dawî ya di navbera dewleta Tirk û rêjîma Sûriyê de bi van êrişan re têkildar e, nexasim hevkariya Rûsya û Amerîka ku qada hewayî li ber êrişên dewleta Tirk vekir.

Hesen Koçer wiha li axaftina xwe zêde kir: “Eger ne ji vekirina qada hewayî ba, dewleta Tirk a dagirker nedikarî êriş bikira. Rûsya û hemû dewletên berpirs ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî bi dewleta Tirk re hevkar in. Di encamê de jî gelê Sûriyê dibe qurban, ji destpêka kirîza Sûriyê ve gelê Sûriyê dibe qurbana hevalbendiyan û lihevkirinên qirêj.”

Koçer hişyarî da û got: “Bi van êrişan, dê şaneyên DAIŞ`ê çalaktir bibin. Di vê dawiyê de tevgerên di girtîgehên çeteyên DAIŞ`ê de hene. Heke ev şane, vê êrişa mezin bibînin, dê tev bigerin û çalaktir bibin. Tirk û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên çalakbûna DAIŞ`ê ne.”

Koçber balkişand ser rola wêranker a civînên Soçiyê û her wiha ev êriş bi civîna Tehranê ya di navbera sêaliyên lihevkirinan (Rûsya, Îran û Tikiyê) ve girêda û wiha domand: “Ev civîna sêalî ya li Tehranê ji bo tesfiyekirina Rêveberiya Xweser bû. Dewleta Tirk bi rastî dest pê kir û bi rêya balafirên bê mirov ên biçek, sivîl û hêzên leşkerî kir hedef.”

Hesen Koçer wiha pê de çû: “Em dê bi xwepêşandanan bersiv bidin van êrişan. QSD`ê jî, daxuyanî da û destnîşan kir ku dê bersiva wê di cih û demê wê yê guncew de û bi hêz be. Divê gelê me li herêmê amade bin li hember van êrişan bisekinin. Em dê li ber xwe bidin. Ji ber ku armanca me berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî ye.”

Di dawiyê de Koçer got: “Divê gelên me xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin. Ji ber ku ev êriş dê berdewam bike û armanca wê tunekirina Rêveberiya Xweser e.”

Back to top button