ManşêtNûçe

‘Guhertina demografiya Efrînê rawestînin’

Bi dehan endamên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Efrînê li parka Rêber Ocalan a li gundê Til Sosîn ê kantona Şehbayê kom bû û têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina demografiya Efrînê û avakirina avahiyên niştecihbûnê ji çeteyan re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser siyasetên guhertina demografiya Efrînê û hate gotin, dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku niştecihên resen dan koçberkirin û yên mayî revandin, çete û malbatên wan li şûna wan bi cih kirin, bi desteka Qeter û Kuwêtê bi navên mirovahiyê avahiyên mêtîngeriyê ava dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelek rêxistinên hiqûqî û raporên navneteweyî sûcên ku li Efrînê têne kirin belge kirin, lê her kes bêdeng e.

Daxuyaniyê îşaret kir ku ” Dewleta Tirk hewl dide Efrînê ji nasnameya wê ya Sûrî ya Kurdî ya resen tecrîd bike.

Şûnwar û cihên wê yên şaristanî talan dike da ku dîroka wê biguhere û reş bike.

Her wiha zimanê tirkî û bikaranîna pereyên tirkî ferz dike, ala Tirkiyê hildaye û navên bajar û gundan guhertine. Li aliyekî din jî malbatên çeteyên ereb û tirkeman lê bi cih kirin, niştecihên resen direvîne û fidyeyê ferz dike û li dijî jinan sûc têne kirin.”

Desteyê bal kişand ser mercên zehmet ku zêdetir 150 hezar koçberên Efrînê li kampên Şehbayê de ne û hate gotin ku çavê wan li bajarê wan ê dagirkerî ye, civaka navneteweyî, bi taybet Rûsya ya garantor û hikumeta Şamê li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk bêdeng e.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî dewletên cîhanê û hêzên aştîxwaz hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, guhertina demografiya Efrînê rawestînin.

ANHA

Back to top button