Di 20.09.2023’an de bi sedan şêniyên bajarê Rimêlan, Girkê Legê, gund û bajarokên girêdayî wê beşdarî salvegera 20’emîn a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk li Navenda Çanda Aram Dîkran a bajarê Rmelan bûn.
Rêheval Bavê Baz bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest bi merasîmê kir û piştre li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Girkê Legê hevserokê partiyê rêheval Fû’ad axaftinek kurt kir derbarê dîroka partiyê de û pesna rola partiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê di parastina ewlehî û aramiyê da.
Piştre gelek endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û leşkerî telgrafên pîrozbahiyê şandin.
Piştî wê sînevîzyona li ser dîroka partiyê hate pêşandan. Şahî bi stranên netewî bi dawî bû.