ManşêtNûçe

FATF, dewleta Tirkiye xistiye ‘lîstya gewr’

Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî (FATF) piştî civîna 3 rojan li paytexta Fransa Parîsê û şûn de daxuyaniyek da û tê de hat destnîşan kir ku dewleta Tirk xistin nava ‘lîsteya gewr’ a welatên di mijara spîkirina pereyê reş û têkoşîna li dijî fînansekirina terorîzmê re ‘bi qasî pêwîst nakevin nava hewldanan’.

Serokê Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî Marcûs Pleyer destnîşan kir ku hejmara welatên ku têne şopandin zêdetir bûye û da zanîn ku di belgeyên Pandora de jî agahiyên têkildarî spîkirina pereyê reş hene, divê têkoşîneke xurt li ser vê yekê jî bê kirin.

Li gorî lêkolînên hatin kirin Botswana û Maûrîtîs jî lîsteyê hatine derxistin. Urdun, Malî û Tirkiye jî xistine lîsteya gewr.

Pleyer da xuyakirin ku dewleta Tirk di mijara propgandaya reş û fînasekirina terorîzmê de bi pêş ve çûye û anî ziman ku hê jî pirsgirêkên cidî hene. Pleyer destnîşan kir ku dewleta Tirk di vê mijarê de soz daye, lê divê di pratîkê de gavên şênber bide nîşandan.

Pleyer got: “3 welat li lîsteyê hatine zêdekirin. Ev jî Urdun, Malî û Tirkiye ne. Ji ber ku di mijara dewleta de gelek pirsgirêk hene, ez ê zêdetir agahî bidim. Pêwîstî pê heye ku dewleta Tirk hevpar bê nirxandin. Nirxandinên welatên dawiya sala 2019’an. Di raporê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk di nuqteya hewldanên têkildarî têkoşîna spîkirina pereyê reş û fînasekirina terorê de, mijarên pir cidî li xwe digire. Ji wê rojê û vir ve FATF li qadên ku Tirkiye lê fikar in, kete ferqê ku di asteke diyar de pêşveçûn pêk hatiye, pirsgirêkên cidî hene. Di sektora bank, zêr û bazirganiya kevirê binirx û emlaq ên xwedî rîskên mezin in, di nava vê de ye. FATF di ferqa fikarên derbarê rêxistinên mafên mirovan û organîzasyonên ku ne destekê karên hevkarên hikûmetê yên dewleta Tirk de ye. Dewleta Tirk destpêkê cih dide rêxistinên mîna DAIŞ, El-Qaîde ku NY rêxistinên terorê pênase dike, divê li hember vê yekê were sekinandin û li dijî fînansekirina terorê xebat were kirin.”

ANHA

Back to top button