Serkirdeyê TEV-DEM Aldar Xelîl bersiv da Beşar El-Esed û got: Esed hêşta têneghîştî ji ber çi gelê Sûriyê rabû serpiya û li dijî desthilata Baas dest bi şoreşê kir.
Aldar Xelîl daxuyakirin ku hêşta kesên weku Beşar El-Esed hene sedemên sereke yên ku ji ber wan gelê Sûrî serî li dijî rêjîma Baas hilda û dest bi şoreşê kir fêm nekirine.
Xelîl wiha pê de çû: Kesê ku bo sedem gel li dijî wî serîhilde …heman ew kese ku rê li ber her cure çareserî digre û mafên gelê Sûriyê di bidest xistina azadiyê de nas nakê.
Xelîl got: Me şerê terorê kir û ji bo vê yekê me hevrêzî û hemahengî li gel hemû aliyan kir, tersî ew kesin hêz ji hêzên biyanî wergirtin ku gel kuştin û çendê şerê gelê Sûriyê kirin ku yek jê gelê Kurd e, ew çend şerê terorîstan nekirin, me serkefin û destekeftiyên xwe ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê bi giştî bikar anîn û çi bi projeya bidawî anîn li hêzên radîkal be û çi bi afrandin û darijtina çareseriyeke netewperwer û demokratîk be, me ji bo avakirina welateke pirreng, dadmend û demokrat xebat kir.
Derbarê daxuyaniyên Beşar El-Esed a ku Kurd weku xayîn dan diyarkirin, Xelîl got; Daxuyaniyên Beşar El-Esed derbarê helwest û nirîna gelê me ya derbarê şerê li dijî terorê û hewildana avakirina Sûriyeke nû, raghandina şere û bi vê yekê piştgirî dide helwesta Tirkiyê ya dijberê gelê me û projeya wî ye.
Xelîl wiha berdewam kir: Eger bixwazin rewşê gur bikin û hewilbidin helwesta me nas bikin, emê ti çarî bê persiv nemînin.