DaxuyanîNûçe

Êrîşa li Enqerê terroreke giştî li hember hemû gelane

Bo raya gitşî…

Komkujiya îro sibehê li Enqerê di encama êrişeke terrorist de rû da, ta ji bo careke din derî li pêş pêvajoya aştiyê vebe, mitinga aştiyê ya dê piştgirî bida pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û tekez li ser hemû bangên agirbestê bikra ku banga îro Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê da ya dawî bû, ji xwe re kir armanc û di encamê de bêtirî 90 kes şehîd bûn û bi sedan kes birîndar ketin.

Di miting de girseya sivîl a ji hêzên layîq, çepger, civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û dost û alîgirên Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê pêk dihat, helwesta xwe ya bi rumet û berpirsiyar radighandin, ev herdu êrişên terorê ji êrişa terorê ya di heyama bangeşeya hilbijartinên Hezîranê de li Amedê encam da ne vuda ye, her wiha ta asteke mezin weku komkujiya Pirsûsê ye û bûyerên berî çend mehan li Kobanê rûdane ye.

Ev yek diyar dike ku hişmendiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê red dike hemen ew hişmendiye ku ji bo pirsên Sûriyê û Rojhilata navîn çareseriyê red dike ye, her wiha diyar dike ku çete, terrorist û desthilata terrorist ji bo hilweşandina hemû bingehên rê li ber pêvajoya aştiyê vedikin biryardarin û li bermber hemû projeyên aştiyê li navçeyê xwedî helwesteke dijberin, me eşkere ev yek li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî dît, êrişên rêxistinên terrorist ên ji sê salan ve bi ser Rêvebiriya Xweser a Demokratîk vê yekê eşkere dikin.

Ev êrişa terorê ya şermedar, di nav xwe de armancên siyasî hembêz dike, yek jê armanc dike ku hilbijartinên pêşwext ên wê li Tirkiyê lidarkevine paşve bixe yan rê li ber vê yekê veke, ji ber vê çendê ev êrîşa terorê hemû gel pêkhate û beşên civakê yên li Tirkiyê jiyan dikin, peywendiyên dîrokî yên gelên Tirkiyê tîne ba hev di dîrokê de dike armanc û armanc dike ku jinûve hêz bide desthilatdariya despotîzim li Tirkiyê.

Em weku encumena giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi tundî herdu êrişên terorê şermezar dikin, her wiha ji bo aştiya civakî pêk bê em bang li gelên Tirkiyê dikin dest bidin hevdu û di navbera gelan de peywendiyên birane bi hêztir bikin, li hember komên terorê û hemû ecîndeyên rê li ber terorê vedikin bend bin, em di dawî ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê diwazin, her wiha ji bo birîndaran jî em hêvîdarin di demeke nêz de tendirustiya xwe bi dest bixin û rabin ser xwe.

Encumene Giştî ya PYD`ê

10 / 10 / 2015`e

W: Şêro Mamo

 

 

 

Back to top button