ManşêtNûçe

Enwer Muslim: Em ji hemî aliyên siyasî re ji bo diyalogê vekirî ne

Ji diyalogê re mm vekirî ne bi hemû aliyên siyasî li herêmê, 10 salin û Rojhilata Navîn êş ji aloziyê dikşîne heta kengî wê bidome, tu kes nizane lê dibe ku ev alozî bidome, ev hat di gotinek Enwer Muslim de hevserokê Partiya yekîtiya Demokrat PYD’ê , roja înê di dîroka 2021-1-15, di cvînek salane de ya partiyê li herêma Firatê.

Muslim got:”Mixabin hinek aliyên navdewletî bêdeng hene li hember binpêkirinên hundir û derve yên dewleta Tirk ya dagirker, ev tê wateya alîkariya wan bi vê dagirkeriyê û van binpêkirinan”, her wiha Enwer Muslim zelal kir ku “Rûsiya kar dike li ser tehdêdkirina me bi awayê Tirkan, ew kare roleke giring di Sûriya de bilîze, lê tiştê ku dikeve ser milê wê nake, û li gorî berjewendiyê xwe kar dike”.

Di mijara têkiliyên bi rêjîma Sûriya re Muslim got:”Rêjîma Sûrî û dewletên piştgiriya wê dikin giringiyê nadin berjwendiyên gel, û hîn jî zihniyeta Şofînî bi kr tîne”, wiha lê zêde kir ”ev civînên li dervî xaka Sûriya tê li dar xistin mîna Cinêvrê, divê hemû pêkhateyên Sûriya tevlî bibin, eger armanca wê yî rastîn dîtina çareseriya aloziya Sûriyeyê be”.

Muslim li ser danûstendinên diyalogê di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî û ENKS axivî û got: “Em têk neçûn di danûstendinan bi ENKS’ê re û nehatiye rawestandin…gelek zehmetî hene, lê diyalog hîn jî berdewamin, ji ber ku em bi îsrarin li ser Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî tevî hemû tiştî”,  wiha domand “rawestinek bi dem heye ji danûstendinên di dema heyî de bi sedem nehazirbûna sponseyê Emerîkî bi sedema hibjartinan, her wiha hin daxuyaniyên ji ENKS’ê di heman demê de, em îstatîjî ne di gavên xwe de, û em têlên di navbera me de qut nakin û em ê kar bikin li ser bidestxistina Yekîtiya Niştimanî”.

Muslim wiha domand: “Divê em hazirbin di hemû astan de ji hemû pêşketinan de, çi di têkiliyên diblomasî de bi partiyên dijber yên Sûrî an bi Meclisa Niştimanî ya Kurdî(ENKS), ji ber ku qonaxa bê qonaxa rabûnê ye bi gelê Sûriyeyê re û pêşketina ber bi ewlehiyê ye”.

Muslim wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em we û xwe pîroz dikin bi li dar xistina civîna salane ya 19’an, ya ku bi salvegera şehadeta Xebat Dêrk re tê, di şexsê Xebat de em hemû şehîdan bibîr tînin û em bejna xwe li ber wan ditewînin, Kongreya Star pîroz dikin di salvegera damezirandina wê û em berxwedana jina azad silav dikin.

Back to top button