DaxuyanîManşêt

Di salvegera 33’ê ya (Helepçe) birînek kûr di wijdanê gelê Kurd de  

Piştî derbasbûna 33’ê salan li ser komkujiya Helepça yê “bajarê Kurdistanê ya şehîd” a ku rastî kîmawîbarankirin hat di dema şerê Iraq û Îranê di rojên 16 û 17 di sala 1988’an de û bi karesetekê bidawî bû ku di encam de bi hezaran ji mirovên wê hatin kuştin û bû sedema windahiya mirovî û madî mezin. Piştre bajar ji bandorên jîngehê yên wêranker êş kişand, ku heta niha berdewam dike.

Di demeka ku hîn tawanbarî di derbarê rastî û armanca wan de, û gelo delîlên wan bikaranîna çekên kîmyewî rewa dike.

Lê belê, hemû rastî nîşan dike ku rejîma Baas a Iraqî û êrîşa kîmyayî ne çalakiyek bi tenê bû, lê ew perçeyek ji stratejiya hêzên herêmî ye ku hewl dide bi her awayî gelê Kurd tune bike.

Em, di Meclis Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de û ji bo bîranîna vê karesata dijmirovî û bi êş, tawana mezin û birîna kûr di wijdanê gelê Kurd û Kurdistanê de, em cîhanê dîsa radigihînin ku gelê Kurd her dem para herî mezin ji komkujî, koçberkirin, zilm û binpêkirinan jê re ye, li gel pêkanîna domdar li ser bajar û gundên kurdan ji guhertina demografîk ji hêla pergalên desthilatdar li ser erdnîgariyê û hîn jî Helebça, Şengal, Efrîn û Serêkaniyê û ji xeynî wê şahide li ser wê dîroka reş ji jiyana mirovî, bêyî ku dîrok dîroka gelê me yî kurd însaf bike an bajarên me heta vê de însaf bike.

Em van êşan û şehîdan bi îradeyek hişk bi bîrtînin, em dîsa vedgerînin ku tehdîd hîn berdewam e û hîn jî pergalên dîktatorî amade ne ku kumkujiyên din pêk bîne, erka me ya niştimanî û exlaqî divê hêzeke mezin bide me ku derî vekin li pêşiya ber bi yekîtiya refa kurdî biçin. Em soz didin ku birîna bi êş ji bîr nakin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta pêkanîna armancên me.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-3-16

Back to top button