ManşêtNûçe

​​​​​​​Dewleta Tirk beşa yekemîn a penaberên sûrî derbasî herêmên dagirkirî kirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hikumeta Tirk beşa yekemîn a penaberên sûrî (nêzî 100 kes) di deriyê sînor ê Girê Spî re dersînor kirin. Ev yek di çarçoveya plana bicihkirina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî de pêk tê, ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di Nîsana borî de ragihandibû.

Projeya niştecihkirinê ya dewleta Tirk wekî projeya herî metirsîdar a dewleta Tirk tê hesibandin ku parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî û piştre tevlêkirina wan herêman ji Tirkiyê re, armanc dike.

Dewleta Tirk di sala 1939’an de piştî siyasetên tirkkirin û asîmîlekirinê li dijî şêniyên resen, Lîwa Îskenderûn ji Sûriye qut kir û tev li xaka xwe kiribû.

Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya civaka navneteweyî wek derfet dibîne û penaberên sûrî yên li axa wê bi kar tîne. Her wiha bi beşdarbûna komele û rêxistinên welatên Kendavê demografiya herêmên dagirkirî diguherîne, bi taybet ya Efrînê, bi armanca veqetandina wan herêman ji herêmên din ên Sûriyê.

Piştî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk a dagirker li ser projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, ji bo ku gelê wê koçber bike ku zemînekê ji projeya xwe ya niştecihkirinê re amade bike.

ANHA

Back to top button