DaxuyanîManşêt

Daxuyaniya giştî ya Foruma Sûriyeyê ya şoreşa 19’ê tîrmehê

Di dîroka17’ê tîrmeha 2023’an, li ser bingeha vexwendina Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ji bo li dar xistina( Foruma Sûriyeyê ya şoreşa 19’ê tîrmehê) li bajarê Hesekê, di bin drûşmeya: 19’ê tîrmehê şoreşa jin û gelan û misogeriya Sûriya Demokratîk). Zêdetirî 150 hêz, partî û kesayetên siyasî niştimnî tevlî forumê bûn, wekî din ji çalakiyên civakî ji tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê, kesên ku vexwendin ji wan re hatibû şandin li Şamê û herêmên Sûriyeyê din nikarîbûn tevlî bibin.

Forum bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan û gotinên ji hêla hevserokatiya hevbeş ya Partiya Yekîtiya Demokrat, Yekîniyên Parastina Jin û Gel destpê kir, piştre çalakiyên forumê hat destpê kirin bi şeş mijaran sernavên forumê û mijarên ku bal hate kişandin li ser ev in: Îstratîjiya şoreşa 19’ê tîrmehê û dûrahiya wê, şoreş bi pêşengtiya jin, lihevkirina gelan û jiyana wê ya hevbeş û yekbûna çarenûsa wê, wateya Rêveberiya Xweser û avahiya wê, pirsgirêkên li hember Rêveberiya Xweser derdikevin, çareseriya aloziya Sûriyeyê li gorî Rêveberiya Xweser.

Forumê zelal kir ku şoreşa 19’ê tîrmehê xwedî xwendineke pêşketî ye ji bûyerên ku herêm û cîhan tê re derbas dibe, hate desnîşan kirin ku aloziyên ku herêm dijî weke aloziya Sûriyeyê aloziyên avakirî ne eleqdare bi lihevkirinên zêdetirî sed salî û heta niha jî di destpêka van li hevkirinan Lozan û Sayks Pêko û ji xeynî wan ku rêzdarî ji vîna gelên herêmê, maf û xeyalên wê re negirt, lê hat ji bo bidestxistina armancan di nav de bindestiya herêmê de di heman demê de ji bo derxistina aloziyên rêjîma serdest di riya wê bi taybet dema parçekirina herêmê, nexşe li ser hatin ferzkirin û Nasnameyên ku di van demên dawî de derketin destnîşan dike ku şêwazê netewdewleta navendî têk çû piştê ku dûrî xeyalên gelê herêmê ket û rastiya wê vegeriya, di destpêka wê de gelê kurd yê ku bû çar parçe: Sûriya, Îraq, Turkiya û Îran, van lihevkirinan rastiya jiyana hevbeş ya gelên herêmê û yekbûna çarenûsa wê dûrî hev xist der barê riyên dîrokê.

Li gorî vê yekê şoreşa 19ê tîrmehê îstratîjiya xeta sêyemîn pejirand û parastina taybetmendiyên wê kir, ne bi vegerandina rêjîma desthilatdar ya navendî bû, her wiha ne opozîsyonê re bû yên ku ajandayên ku Sûriyeyê, ewlehî û aramiya wê tehdîd dikin pêk tînin, xeta sêyemîn ya ku xeyalên gelê Sûriyeyê û pêkhateyên wê di pêkanîna guhertina demokratîk temsîl dike, partiya me di çarçoveya îstratîjiya şoreşê însyatîf kir û roleke çalak lîst di damezirandina civakê û avakirina komîn û mecalisan di nava gund û taxan de, her wiha avakirina deste û saziyan di tevahiya warên civakê de, di destpêka şoreşê de girngî hat dayînji warê parastina rewa û parastina xweserî di wê demê de Yekîniyên parastina gel û jin hat damezirandin, di vê dawiyê de Hêzên Sûriya Demokratîk bi tevahiya pêkhateyan piştî ku ev hêz li dijî terorê bûn sembolek cîhanî piştî berxwedana Kobanê û têkçûna terorê heta rizgarkirina Baxozê cihê herî dawî ji DAIŞ re.

Hevalên ku mudaxelekirin di forumê de piştrast kirin ku şoreşa 19ê tîrmehê bi îstratîjya xwe ya şoreşgerî armanca guhrtin, demokratîkbûnê û damezirandina civakek exlaqî siyasî bi pêşengtiya jina azad dike, di riya felsefeya netewa demokratîk û pêkanîna Rêveberiya Xwser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê her wiha çareseriya aloziya Sûriya pêk anî di riya wê de nimûneya civakî bû ninûneyek çalak ji bo bidestxistina guhertina demokratîk ya tam û bidawîkirina stûnên navendî û pêkanîna edaleta civakî. Bal hat kişandin ser rastiya pêşengtiya jinê ji şoreşa 19ê tîrmehê û çawaniya rû bi rûbûna zihniyeta baviksalarî û desthilatdarî, her wiha çawa jinê gavên girin bidest xit di tevahiya warên siyasî, civakî û parastina rewa û hevserokatiya hevbeş, wekî din beşadaran bal kişandin li ser rola jinê di têkçûna DAIŞ û rêxistinên terorê weke DAIŞ û ji xeynî wê.

Forumê tekezî li ser taybetmendiyên qûnaxê kir û zelalkirina pirsgirêkên Rêveberiya Xweser çi di avakirina derveyî de di çarçoveya projeyên di xetereyê de ji ewlehî û aramiya herêmê di serî de Osmaniya nû û ajande û alavên wê yên ku tu wateya wê ya welatparêziya Sûriyeyê, demokratîkê û civakî tune ye, di heman demê de îsrara rêjîma desthilatdar a navendî ji bo vegerandina helberîna xwe,  ji hev belavbûna Opozîsyona Sûriyê û nepêkanîna hêzên demokratîk erkên ku ji wan re hatine danîn li gorî rastiya qûnaxê. Gelek mijar hatine destnîşankirin ku bi hev re di beşa dijwariyan de xalên hêviyê pêk tînin divê bên li ser sekinandin û dayîna çareseriyan weke Koçberiyê, li dijî şerê taybet bisekinin, kar bê kirin ji bo bighêjin rastiya gelê şoreşgerî, û danîna pilan û çareseriyên dikevin bin xizmeta bihêzkirina binsaziya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybet deriyê xizmetguzariyê.

Beşdaran tekez kirin ku şoreşa 19ê tîrmehê û di riya Rêveberiya Xweser bû xwedî hêz û wateya çareseriya demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê, û pêwîstî bi dûrahiya niştimanî ya Sûriyê heye, her wiha rêveberî riyeke ber bi temsîlkirinek çalak bibîne di operasyona siyasî ya Sûriyeyê, hewildanên gevgirtî bên kirin ji bo bidestxistina pêwendiyên erênî û guncaw bi însyatîfa Rêveberiya Xweser re li ser tevahiya astan çi Sûrî be anî herêmî û navdewletî, bi tevahiya dûrbûnên wê: Siyasî, civakî, dîblomasî û mirovahî û ji xeynî wê, ku Rêveberiya Xweser û nermbûna wê ji bo diyaloga avaker û rasteqîne bi hemû aliyên Sûriyê re, û hewildanên ku Rêveberiya Xweser dike di warê nesiyasetkirina dosyayên mirovahî û kar û barên windayan û koçberan, di dawî de amadekariyên wê di dadgehkirina çeteyên DAIŞê ji herêmên wê ku zêdetirî 35 hezar şehîd û brîddarên şer dan, divê civaka navdewletî vekirî be û alîkariyê bide Rêveberiya Xweser di hamû waran de.

Di dawiya forumê de paragrafeke hunerî ya ku rewşa cihêrengiya çandî û civakî li bakur û rojhilatê Sûriyê îfade dike û nîşan dide, weke rastiya ku şoreşa 19’ê Tîrmehê jê hatiye destpêkirin û berdewam dike û di rêya xwe de piştrast dike, pêşkêş kir.

2023-7-17

Foruma Sûriyeyê ya şoreşa 19ê tîrmehê

Back to top button