Çeteyê bi navê Ebid El-Mûîn Ebû Xalid hewl dide tûgayeke nû bi navê ‘Tûgaya Başûr’ ava bike, ev tûgay ji çeteyên koma Sultan Suleyman Şah tê avakirin da ku bişînin Lîbyayê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî ya medyaya civakî belav kir û tê de destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo çûna Lîbyayê tûgayeke nû ava dikin.
Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên ku tev li vê tûgayê bûne, gihaştiye 150 çeteyî û ew hemû jî ji bejahiya Derayê ne. Her wiha dê çete ji bo parastina nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk biçin Lîbyayê û mehane hezar û 500 dolar wergirin.
ANHA
.