ManşêtNûçe

Çapemeniya Azad ya Kurdistanê stûneke xwe a sereke ya din winda kir

Yek Ji stûnên çapemeniya azad Seyîd Evran

Rojnamevan û nivîskarê mîlîtan û şoreşger Seyîd Evran di qada çapemeniya azad de mohra xwe li hemû demên herî girîng da, Tevî hemû zehmetî û astengiyan, wî timî ev meşa xwe ya azadiyê berdewam kir.

Seyîd Evran jiyana xwe hemu xist xizmeta wê yekê ku têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe ji civaka Kurd û gelên cîhanê re ragihîne.

Li çar aliyê welatê xwe geriya û rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê nas kir û bi pênûsa xwe ya xurt herdem kete nava hewldanan ku vê yekê ji hemû cîhanê re ragihîne.

Seyîd Evran bi beşdarbûna nava refên têkoşîna azadiyê re jî dest bi xebatên çapemeniyê dike. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê xebatan dimeşîne.

Li çiyayên azad yên Kurdistanê bi salan li nava gerîlayên azadiyê geriya, li ser jiyan û têkoşîna wan lêkolîn kir û ev yek ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand.

Seyîd Evran ji sala 2020’an ve bi pirsgirêkên tenduristî re di nava têkoşînê de bû. Dilê wî diêşiya û çend caran emeliyet bû.

Tevî pirsgirêkên xwe yên tunduristiyê jî, bê navber xebatên xwe dimeşand û ji coş û morala xwe tiştek winda nekir.

Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî, ji ber nexweşiya xwe ya dil sibeha 22’ê Îlonê ji nava me barkir.

Mîrateyeke mezin li dû xwe hişt û di berdemakirina çand û kevneşopiya vê yekê de bi roleke mezin rabû.

 

Back to top button