ÇalakîManşêtNûçe

Bi sedan şêniyên kantona Efrîn bi meşeke girseyî 6 mîn salvegera Efrîn şermezarkirin

Di salvegera şeşemîn a dagirkirina Kantona Efrînê de, bi sedan şêniyên Efrînê li kantona Şehba ji bo şermezarkirin sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka dagirkeriyê heta niha, meşek girseyî li dar xistin.meş  ji bajarokê Ehdasê hat lidarxistin Piştî rawestandina meş ,  Ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin piştre li ser navê Meclîsa  Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo û bi navê Rêveberiya Xweser Heval Fewzî axaftin hatin kirin.Di axaftinan de wiha hat gotin :

Ji Ber nerazîbûna dewleta turk û dewletên desthilidar Ji pêşketina herêma Efrînê piştî ragihandina rêveberiya xweser, Ku gelê Efrînê xwe bi awayekî rêxistinî bi rêve dibir. Ji Bo pêşxistina pirojeya netewa demokratîk, lê ev hemû li dijî pêlanên dewleta turk bû Ku xwast ev piroje pûç bikê,  her wiha xwast êrîş herêma Efrînê bike.

Di berdewamiya axaftnan de hat gotin;çekên herî giran û qedexekirî der dora sînorê Efrînê dorpêçkir ,  balafirên şer ên Amerîkayê hatin bikaranîn,  û bi awayekî hovane dest bi şerekî dijwar kir her wiha cihên dîrokî kir hedef , Jin , zarok ewqas komkûjî pêk dihat Li hemberî bêdengiyeke  navnetewî ya li hemberî van sûcên mirovî, lê tekoşîna gelê me , û hezên me şervanên  YPG, YPJ 58 Roja berdewamkir , Heta Roja 18 Adarê , Roja reş Ji Bo her efrîniyek ko bi darê zorê dest Ji axa xwe berde , lê dest Ji berxwedaniya xwe berneda Ku koçberî şehbayê bo tevî hemû şert û mercên zehmet ji koçberî , dorpêç , êrîşên dewleta turk li ser herêmê ku her Tim berdewame.

Axaftin wiha bi dawî bû gelê Efrînê soz daye Ku li pey şopa şehîdên xwe berdewam bike , asta tekoşîna xwe bilind bike ku hemû pêlanên dewleta turk têk bibe û bi fikir û felsefeya Rêber APO rizgarkirina Efrînê misoger bike .

Meş bi silogana bijî Berxwedana Efrînê bi dawî bû .

Back to top button