ManşêtNûçe

Bedran Çiya Kurd: Divê li dijî terorê civaka navdewletî piştgiriya Rêveberiya Xweser bike

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, tekildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên li herêmê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku demeke dirêj e êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê berdewam dikin û wiha got: “Armanca êrişên Tirkiyeyê têkbirina destkêftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Di çarçoveya vê siyaseta qirkirinê de di van demên dawî de ew êriş ketin qonaxeke nû. Piştî civîna Astana ya 3’yemîn ew êriş pêş ketin. Diyar dibe ku di civîna Astanayê de li hevkirinek çebû. Ji aliyê Tirkiyeyê ve binesaziya herême hat hedefgirtin û bi vê yekê tê xwestin ku pêdiviya jiyanê ya mirovên li herêmê tune bikin. Ev yek bi tena serê xwe şerê qirkirinê ye û yek jî ji sûcên şer e. Lê tevî vê yekê jî rêveberên Tirkiyeyê li ser çapemeniyê jî ragihandin ku wê binesaziya herême hedef bigirin. Ev peyv bi xwe jî sûcek e û hemû kesî jî bihîst. Lê li dijî vê yekê jî tu helwest li dijî vê yekê derneket. Di dema êrişên Tirkiyeyê de leşkerên rejîma Sûriyeyê jiyana xwe ji dest didin jî tu helwest dernakevê holê. Ev yek jî bû sedem ku Tirkiye êrişên xwe li herêmê hê zêdetir bike.

Kurd bi lêv kir ku piştî êrişên Tirkiyeyê Rêveberiya Xweser bi lêzgînî hewl daye cihên hatine hedefgirtin ji nû ve ava bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama van êrişan de zerareke mezin li gelê herême bû. Çavkaniyên jiyanê yên mirovan hat tunekirin. Rêveberiya Xweser jî niha hewl dide êşa gelê xwe sivik bike û cihên ku hatine tunekirin ji nû ve ava bike. Gelê herême jî, li dijî van êrişan helwesteke pîroz û hevgirtî nîşan da. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî hiqûqê me gihand hemû cihan û da nîqaşkirin. Ji bo helwest li dijî êrişên Tirkiyeyê derkeve hole me serî li Neteweyên Yekbûyî da ku der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn bê destpêkirin. Li ser vê yekê xebatên cuda li dervayî welêt tên meşandin. Çawa ku bi salan bi siyaseta tunehesibandinê gelê me tune hat hesibandin, niha jî di çarçoveya vê siyasetê de dixwaze mafê gelê me tune bike. Em ê jî li dijî vê yekê, vê siyastê têkoşîneke piralî û xurt bimeşînin.

Di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên dawî û ev tişt anîn ziman: “Bi dron û SÎHA’yan bi awayekî cuda êrişên li ser herême didomin. Beriya 2 rojan jî Tirkiyeyê navendeke asayîşê kir armanc û 4 endamên asayîşê di encama êrişan de şehîd kirin. Di çarçoveya vê konsepta êrişan de rejîma Sûriyeyê û grubên girêdayî Îranê jî hewl didin li Derêzor, Reqa û Minbicê eşîran li dijî Rêveberiya Xweser tûj bikin ku aloziyê di nava herême de derxînin. Bi van êrişan ve giredayî helwesta Koalîsyonê jî pêş ket û li dijî grubên çekdar ên girêdayî Îranê û Hîzbullahê êrişên berfireh pêş xistin. Ev yek jî li herême rê li ber aloziyan derdixîne û dibe sedema metirsiyan. Çeteyên wekî DAÎŞ’ê jî ji van êrişan sûd werdigre. Ev geşedan rewşa Sûriyeyê hê aloz dike.

Kurd der barê geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de jî dest nîşan kir ku ev li dijî derketina aloziyan in û ev tişt gotin: “Em wekî Rêveberiya Xweser em tu carî naxwazin ku herêmên me bibin herêmen aloziyê. Em tu car nabin alîgirê şerên li herême pêş dikevin.

Em dibêjin ku pêwist e hemû pirsgirêkên heyî bi rêya dîalogê bên çareserkirin. Heke ev yek nebe pirsgirêk li herême wê hê mezintir bibe. Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe yên peywendîdar ve dixwaze di nava vê rewşa aloz de, bi hevgirtineke xurt li dijî van pirsgirêkan raweste ku karibe herêma xwe û destkêftiyên xwe biparêze. Heta niha jî em bi vê hışmendiyê tevgeriyan.”

Di dawiya axaftina xwe de Kurd bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê rexne kir û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Dema di van deman de êrişên Tirkiyeyê li ser herême pêk tên û êrişên grübên çekdar ên giredayî Süriye û Îranê yön li dijî lêşkerên Amerîkayê hemû di çarçoveyeke de pêş dikevin. Li dijî vê yekê divê civaka navdewletî û koalîsyona navdewletî bûyerên li herême diqewimin û van êrişan binirxînin. Ev bûyer ji hev ne qûtkirî ne, bi hev du re tekiliya wan heye. Pêwist e civaka navdewletî piştgiriya rêveberiya xweser bike ku li dijî terorê bi ser bikeve. Heke Rêveberiya Xweser lawaz bibe têkoşîna li dijî terorê lawaz dibe û metirsiya terorê wê bandorê li ser hemû cihanê bike.

Back to top button