DaxuyanîManşêt

Baweriya me bi birêxistinbûn û têghiştina gelê me heye li ser tenduristiya giştî ji Korona

Ji ber belavbûna vîrusa Korona ya nû (Covid-19) tevahî cîhan di şer û mercên pir nazik û ne ji rêzê re derbas dibe. Li piraniya welatên cîhanê jiyan rawestiyaye. Ji ber ku ev virus pir bi lez belav dibe, bi taybetî di tevgerên rojane de xeteriyeke zêdetir ava dike. Her wiha wekî şewbeke cîhanî hatiye pejirandin.

Ji ber van mercan piraniya dewletan siyasetên xwe yên hundirîn di ber çavan re derbas kir û li sîstemeke ku belavbûna vê vîrusê asteng dike, digere. Heta niha ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusê tu encamên ber bi çav bi dest nexistine, ku ev vîrus me hemiyan bi berpirsiyarên pir girîng û cidî re, rû bi rû dihêle.

Wek Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê em bang li endamên partiya xwe, alîgirên wê û tevahî gelê xwe yê li derve û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku wekî tedbîreke xweparastina ji vîrusê li gorî biryarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevbigerin. Bi taybetî ku li gorî rêxisitnên tenduristiyê yên fermî heta niha li herêmên me tu rewşên nexweşiya bi vîrusê nehatine dîtin. Ev yek dihêle ku em hevkar bin û bi biryaran cidî bigirin.

Ev vîrus gefeke mezin ava dike û divê her kes tedbîrên pêwîst bigire, bi taybetî yên xweparastinê. Tevgera şexsî ya her endamekî malbatekê dê kombûyînana ava bike weke ku me roja Newrozê dît. Ev yek dê kedên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna berpirsiyariyên xwe, asteng bike.

Baweriya me bi birêxistinbûn û disîplîna gelê me, her wiha têgihîştina gelê me li ser tenduristiya giştî heye û em hêvî dikin ku hevkariyeke cidî bê nîşandan.

Em tenduristiyeke baş ji gelê xwe û tevahî gelê cîhanê re dixwazin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2020-3-23

Back to top button