ManşêtNûçe

Asiya Abdullah: Serkeftina di hilbijartinan de li dijî faşîzmê serkeftina hêzên demokratîk û gelan e

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asiya Ebdullah, êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê yên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk tên, ji ANHA`rê axivî.

Der barê qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê de ku nêzî 200 kes hatine destgîrkirin, Asya Ebdullah da zanîn ku ev encama tirsa pêşdîtina hilbijartinê ye û got: “Ji hêza siyasî, sazî, rêxistinên demokratîk, jinan, civaka Kurd, civaka ku îro dixwaze li TIkriyeyê guhertin çêbe û faşîzim bi dawî bibe, ditirse. Bi van operasyonên qirkirina siyasî, çandî û li dijî jinan hewl dide pêşiya têkçûna xwe bigire û desthilata xwe biparêze. Dibe ku ji bo wê rêbazên cudatir jî bi kar bîne.”

Asya Ebdullah di gotinên xwe de bal kişand ser girîngiya xebata ji bo hilbijartinan û got: “Têkçûna faşîzma AKP/MHP tifaqa gelê Kurd û gelan, hêzên demokratîk û jinan gelekî girîng e. Ev berxwedana ku tê meşandin dê 14’ê Gulanê serkeftineke mezin li dijî faşîzmê bi dest bixe. Ew desthilatdarî bi hêza gel, têkoşîn û tifaqa gelan dê têk here. Ev ê bandorê li tevahî herêmê, bi taybet jî aloziya Sûriyeyê, bike. Ji bo wê jî serkeftina di hilbijartinan de li dijî faşîzmê serkeftina hêzên demokratîk û gelan e.”

Asya Ebdullah bang li welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê mafê bikaranîna dengdayînê bi dest xistine, kir: “Welatiyên Sûriyeyê yên îro li Tirkiyeyê dijîn divê rastiya dewleta Tirk baş bibînin. Yên ew koçber kirin, herêmên wan dagir kirin, dewleta Tirk e. Heta ku dewleta Tirk li Sûriyeyê be dê nehele aştî û aramî çêbe. Gelê me yê ji Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijî ji bo Sûriyeyê neyê parçekirin, hemû koçber bi aramî vegerin warên xwe, bi rûmet bijîn, ji bo nebin aliyên şer û dagirkeriyê divê piştgirî û dengên xwe nedin desthilatê. Guh nedin propagandayên Erdogan. Ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê divê ev desthilatdarî têk here. Têkçûna desthilatdariyê ji bo gelê Sûriyeyê jî dê serkeftineke mezin be.”

Back to top button