Meclis Kongra Star têkildarî wefata Suheyla Qazî li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, peyama sersaxiyê weşand.
Meclisê destnîşan kir, ku dema pêşewa Qazî Mihemed di 31`ê Adara 1947`an ji aliyê desthilata Îranê ve hatiye darvekirin, Suheyla 6 salî bû.
Meclisê ji malbata Suheyla Qazî Mihemed û şêniyên Rojhilatê Kurdistanê re sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da.