Nûçe

100 Hemwelatiyên Alman di nava refên DAIŞ de hatine Kuştin

Ji welatê Almaniya daxuyanî derbarê beşdariya hemwelatiyên wê di refên Daişê de, ragihand. Wezîrê Karên Nevxe yê Almanyayê Thomas De Maizière ji rojnemeya Bild am Sonntag re axivî û got ku ji sala 2012’ê heta niha 700 hemwelatiyên Alman gehiştine rêxistinên tundrew ên ku li Suriyê û Iraqê şer dikin.

Wezîrê Nevxwe got ku ji sê beşê beşek ji van 700 kesan carek din vegeriyane Almanyayê. Lê heta niha 100 kes ji wan hatine kuştin.

De Maizière, derbarê çakdarên ku vegeriyane jî diyar kir ku hêzên ewlekariyê tevahî amadekariyên pêwîst girtine. Di warê leşkerî û hiqûqî jî kengî pêwîst bike hêzên ewlekariyê dikarin li hember van kesan bikar bînin.

De Maizière got ku hêzên ewlekariyê destûr nade ku ev kes geştê bo Suriyê û Iraqê bikin. Heger pêwîst be nasnameyên wan ji wan distînin.

Ajans

J. M

Back to top button