ManşêtNûçe

​​​​​​​El-Qeftan: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê destekê didin komên çete

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên êrişî girtîgeha Sînaa dikin destekê ji hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker digirin.

Têkildarî mijarê, serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan ji ajansa ANHA’yê re axivî wiha got: “Bê guman piştevaniyeke çi ji hundir çi jî ji derve ve be heye. Lê yên ku destekê didin van aliyan rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker in. Her du alî komên çete çi DAIŞ be, çi Cebhet El-Nusra be yan jî komên dîtir bin xwedî dikin.”

El-Qeftan bi bîr xist ku dema ku tevlihevî li girtîgeha Xiwêran çêbû, dewleta Tirk Eyn Îsa û Til Temirê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber topan û got: “Bombebaranên balafiran û topbaranên li dijî wan herêman bi îsyana DAIŞ’ê ya li girtîgeha Xiwêranê ve girêdayî ye. Ev yek berdewama destekdayîna dewleta Tirk ji DAIŞ’ê re ye.”

Îbrahîm El-Qeftan bang li civata navneteweyî kir ” Dirindeyê tirkî ku tevliheviyê li herêmê çêdike rawestînin.”

El-Qeftan girîngiya darizandina çeteyan DAIŞ’ê destnîşan kir û wiha anî ziman: “Bi salan em bang li civata navneteweyî dikin ku van çeteyan darizînin û welatiyên xwe ji herêmê bibin. Her wiha xezîneyeke din a DAIŞ’ê heye, ew ji kampa Holê ye ku malbat û zarokên DAIŞ’ê lê hene. Dema ew zarok bi fikirê tundraw ku bi kuştinê bawer in û aliyên din qebûl nakin mezin bibin, ev mijareke metirsîdar e. Ji ber vê yekê divê her dewletek welatiyên xwe yê di girtîgeha Xiwêran û kampa Holê de wan bibin.”

El-Qeftan îşaret bi herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagkirin, kir û da zanîn ku ew herêmê ji tevahî hêzên terorîst re bûne cihên ewle û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk li şûna ku bibe dewleteke ku istîqrarê li herêmê misoger bike, bû dewletek ku terorê li asta navneteweyî pêk tîne. Em kiryarên wê yên li Lîbya, Azerbaycan, Ozpakistanê, Iraq, Sûriyê û gelek dewletên ku bi rêya çeteyan terorîst lê belav kirine, baş dizanin.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên rejîma Tirk û got: “Civata navneteweyî hîna bi mijara berjewendiya hevbeş a di navbera wê û Tirkiyê de bawer e. Dewleta Tirk endameke NATO’yê ye. Em dizanin ku di vê qonaxê de siyasetên sîstema cîhanê ya nû tên nexşekirin û dewleta Tirk ji bo civaka navneteweyî, çi ji Koalîsyona Navneteweyî re be, çi ji Rûsyayê re be dewleteke girîng û stratejîk e. Dewleta Tirk jî vê mijarê carekê ber bi Rûsyayê ve, carekê ber bi Amerîka ve û carekê jî ber bi NATO û Ewropa ve bi kar tîne, hemû dewlet dizanin ku sedema krîza li herêmê dewleta Tirk e.”

Têkildarî rola QSD’ê di tunekirina DAIŞ’ê de, El-Qeftan ev tişt anî ziman: “Her kes dizane, heger DAIŞ bimîne û QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî şerê wê nekin wê li cîhanê belav bibe, li Iraq, Sûriyê, heta dewletên Kendavê û dewletên din fireh bibe. Dewleta Tirk dewleteke piştevanê DAIŞ’ê ye. Lê divê bizanibe ku ev fikir fikireyekî jehrkirî ye û dê tu dewletekê di rewşa wê ya istîqrar û ewlehiyê de nahêle.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan wiha dawî li gotina xwe anî: ” Ne tenê dayîna berdêlan ji gelên herêmê tê xwestin, di heman demê de divê gelê me bi proje û danûstandinên bi hemû aliyan re li ser vê projê bawer be, ji ber ku ev proje hewl dide daxwazên gelê me yê Sûriyê pêk bîne. Ev destkeftî piştî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan, pêk hat û divê em van destkeftiyan bi rêya têkoşîneke ku zêdetirî 5 salan li hember hêzên terorîst û DAIŞ’ê pêk hatiye biparêzin.”

Back to top button