Partiya yeketiya demokratîk PYD partiyên siyasî li ser asta kantona firatê komcivînek lidarxist.
Konfirans li bajarê kobanê li zaningeka kobanê bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî û kesayetên civakî û rewşenbîran bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Mijara vê konfiransê di derbarê yekrêziya helwesta Kurd li Rojava û pêwîstiya yekxistina gotara siyasî ya Kurdî, û ragihandina destûrnameyek bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd.
Her wiha destûrnameya bingehîn ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li soriyayê hat xwandin û di derbarê vê mijarê de niqaş hatin kirin û nêrînên kesayetên ku di konfiransê de amede bibûn hatin girtin.
Heya dîroka 30 Adarê 8 civîn û komcivîn derbarê gotubêja reşnivîsa belgenameya siyasî ya derbarê çaraserkirina doza Kurdî li Sûriyê hatine lidarxistin.