ManşêtNûçe

Yekitiya Mamosteyan a Reqayê banga ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê kir

Bi dehan endamên Yekitiya Mamosteyan a Reqayê û gundewarên wê li pêşiya avahiya yekitiyê kom bûn û tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Ebdulfetah El-Mişwar ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de siyaseta dewleta Tirk a faşîst li dijî herêmê û destdirêjiyên domdar li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin. Hate gotin ku armanc berfirehkirina qada dagirkeriyê li bakurê Sûriyê ye.

Yekitiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze penaberên ji Sûriyê yên li ser xaka xwe biqewitîne û wekî rêbazekî şer li dijî gelê herêmê bi kar bîne, pê re aramî û ewlehiyê li herêmê têk bibe.

Di dewama daxuyaniyê de, di serî de Brîtanya, Fransa û DYA bang li Koalîsyona Navneteweyî û li Fedrasyona Rûsyayê hat kirin qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin.

Di dawiyê de soz hat dayîn ku li dijî timayên dagirkeriya Tirk bisekinin.

ANHA

Back to top button