ManşêtNûçe

Parêzera Brîtanî “Helena Kennedy”: Divê Tirkiye li pêşberî Dîwana Edaletê ya Navnetewî bê muhasebekirin

Rojnameya Guardian a Brîtanî derbarê lêpirsînekê de ragihand ku Tirkiye di sala 2014’an de li dijî Kurdên Êzidî komkujî kiriye.

Li gorî lêpirsîna rojnameyê ya ku parêzera mafên mirovan a Birîtanî Helena Kennedy pejirandiye, ku divê Tirkiye li pêşberî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bi sûcdariya hevpariya qirkirina Êzidiyan re rû bi rû bimîne, Sûriye û Iraq jî erka xwe ya pêşîgirtina li kuştinê bi cih ne anî.

Rapora ku ji aliyê komek parêzerên navdar ên mafên mirovan ve hatiye amadekirin, hewl da ku bal bikşîne ser berpirsiyariya ku dewletan hildigirin ji bo pêşîgirtina li qirkirinê li ser axa xwe, tevî ku ew ji hêla aliyek sêyemîn ve wekî DAIŞ hatibe kirin.

Parêzeran gotin: Yên beşdar di bin navê Komîteya Edaleta Êzdiyan( YJC): Muhasebekirin heye li gorî qanûna navneteweyî ji bo pêşîgirtina sûcê qirkirina komî li gorî peyama qirkirina komî.

Derbarê Tirkiyê de, komîteyê ji wê dûrtir çû  bi tawanbarkirina rêverên wê di qirkirinan de, û Tirkiyê çavdêriya sînorên xwe nekir ji bo rawestandina herikîna azad a çeteyên DAIŞ’ê ku hejmareke zêde ya Tirk jî tê de bûn.

Komîteyê tekez kir ji Nîsana 2014’an berpirsyarên Tirk çavên xwe girtin li ser frotin û koletiya jin û zarokên Êzîdî, û alîkariya çeteyên DAIŞ kirin di perwerdeya wan ji bo êrîşî kurdan li Sûriya bikin.

Raporê got: berpirsyarên Tirk zanîbûn û delîlên ku van kesan ev perwerde wê bi kar bînin ji bo karên qedexe li dijî kurdan pêk bînin, veşartin.

Di raporê de îddîayên bi heman rengî li dijî hin dewletên Kendavê, ku Qatar jî di nav de ye, hat kirin.

Back to top button