JinManşêtNûçe

TJK-E, kampanya “Hezar Jin Yek Deng” da destpêkirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de kampanya “Hezar Jin Yek Deng” da destpêkirin.

TJK-E, di çarçoveya pêngava cîhanî a de dest bi kampanyayeke nû kir.

Bi kampanya “Hezar Jin Yek deng” tê armanc kirin ku, li dijî pergala qirkirinê ya sîstema Îmraliyê dengê jinên ji çandên cuda û gelên cuda bîne cem hev.

TJK-E, da xuyakirin ku dema ew xwe bigihînin hezar jinan ew ê kampanyayê biqedînin.

di heman demê de TJK-E û diyar kir ku, jinên li deverên cuda yên cîhanê jî tevlî kampanyayê bûne.

Jinên ji erdnîgariyên cuda, neteweyên cuda, komên ziman ên cuda, dikarin bi zimanê ku dixwazin vîdyoyên kurt bikişînin û beşdarî kampanyayê bibin.

Jinên Şîlî, Katalonya, Kurdistan, Qraliyeta Yekbûyî, Elmanya, Hîndîstan, Oromîa, Swîsre û Efrîka Başûr ji niha ve bi peyamên xwe yên bi dîmen tevlî kampanyayê dibin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Back to top button