ManşêtNûçe

​​​​​​​Kongra Îslama Demokratîk: Divê cîhan û NY bi erkên xwe yên li hember Mexmûrê rabin

Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyandiyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em kiryarên hêzên federal ên Iraqê yên li dijî birayên me yên li wargeha penaberan a Mexmûrê şermezar dikin. Ev penaber ji gundên xwe yên li Bakurê Kurdistanê ji dest kiryarên artêşa Tirk revîn; 4 hezar gund şewitandin û niha li herêma Kurdisanê ya Iraqê penaber in. Di dawiyê de jî li wargeha Mexmûrê ne û NY pê îtîraf dike.

Ew penaber bi xwe debara xwe dûrî welatê xwe dikin, lê her tim ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin. Lê di vê dawiyê de jî hêzên federal ên Iraqê bi çekên giran û navîn, bi hevkariya hin çeteyan û ketina xefika planên Tirkiyeyê, êrişî penaberan kir. Hêzên Iraqê dorpêçeke tund li dijî wan ferz kir.

Ji lew re em bang li tevahî oldarên Ii cîhanê û NY′yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember penaberên li Wargeha Mexmûrê rabin û dorpêçê bi dawî bikin. Em bang li Hikumeta Federal a Iraqê dikin ku dev ji van kiryarên dijminane yên li dijî penaberan berdin û bi rêya diyalogê li şûna tundiyê çareyekê ji van pirsgirêkan re bibînin.”

Back to top button